3 namzetên Kurd jî hene

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 3 Nîsan 2023 - 04:02

Doh li Fînlandiyayê hilbijartina parlamena 200 kursiyî bi rê ve çû. Ji 10 partiyên siyasî 2 hezar û 424 namzet ketin hilbijartinê. Ji van 3, jinên Kurd bûn: Gashaw Bibani, Seida Sohrabi û Shirin Namiq.

Gashaw Bibani ji Tifaqa Çep bûye namzetê herêma hilbijartinê ya Uusimaa. Ew li Kerkûkê hatiye dinê. Wê beşa bipêşxistina xizmetê sihetê xwendiye û berê jî di siyaseta herêmî de cihê xwe girtibû. 

Seida Sohrabi ji Partiya Koalîsyona Neteweyî  namzet e. Ew li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Serpolê Zehab hatiye dinê. Wê beşê Zanistên Siyasî xwendiye û ji wê beşê mastera wê heye. 

Shirin Namiq jî ji Lîga Kesk namzet e ji bo herêma hilbijartinê Vaasa. Ew jî li Kerkûkê hatiye dinê. Wê mastera xwe di beşê rojnamevaniyê de kiriye. 

Partiya serokwezîra niha, Sanna Marin, Partiya Sosyal Demokrat ji favoriyên hilbijartinê ye. Serokwezîra herî ciwan a Ewrûpayê Sanna Marin dîsa serkêşiya partiya xwe dike.

HELSÎNKÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.