- Sê filmên bi Kurdî ew in; “Huşbe!” ya Nursel Dogan, “Veger” a Selman Denîz û “Barê Giran” a Yilmaz Ozdil.
Li Festîvala Filman a Enqereyê 3 jê bi Kurdî wê 15 kurtefilm wê werin nîşandan.
Namzetên 31’em Pêşbirka Kurtefilman ên Netewî yên Festîvala Filman a Navnetewî ya Enqereyê diyar bûn. Festîval wê di navbera 3 û 11’ê Îlonê de pêk tê. Akademîsyen Andreas Treske, prodüktör Bulut Reyhanoglû û lîstîkvan Şenay Gurler endamên juriyê yên kurtefilman e.
Oguz Onaran Serokê Rûmetê yê festîvalê, akademisyen Gîzem Akgulgil Mutlu û nivîskarê sînemayê Hasan Nadîr Derîn di pêşjuriyê de cih girtine. Her sê kesan ji 258 serlêdanan 15 film hilbijartine. Ji van 15 filman sê film bi Kurdî ne ku yek ji wan “Huşbe!” ya Nursel Dogan, “Veger” a Selman Denîz û “Barê Giran” a Yilmaz Ozdil e.
ENQERE