28 cenaze dîtin 23 wenda ne

Nûçeyên Cîhan

Şemî 12 Mijdar 2022 - 03:44

  • Komîsyona Bilind a Karûbarên Penaberan bi daxuyaniyeke din ragihand ku 6 cenazeyên din jî hatine dîtin.

Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan a Yewnanistanê ragihand ku heta niha cenazeyê 28 penaberên 1’ê Mijdarê bota wan li Egeyê binav bû, hatine dîtin.

1’ê Mijdarê li Derya Egeyê, boteke penaberan binav bûbû. Nûnerê Dezgeha Lûtke ya koçberan di 3’yê Mijdarê ragihand ku cenazeyên 22 koçberên dio botê de bûn, hatine dîtin. Komîsyona Bilind a Karûbarên Penaberan bi daxuyaniyeke din ragihand ku 6 cenazeyên din jî hatine dîtin.

Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan di rûpela xwe ya taybet a medya civakî de ragihand ku cenazeyê zilamekî ku nasnameya wî hîna nayê zanîn li peravên Alexis Caristos hatiye dîtin.

Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan ragihand ku di 1’ê Mijdarê de keştiyeke penaberan a qederê 70 penaberan tê de bûn li Deryaya Egeyê binav bûye. Li gorî bilançoya komisyonê, heta niha 28 cenazeyên penaberan hatine dîtin.

Ji felaketê, 12 kes sax filitîbûn. Ji wan jî 2 kes ji Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê ne. Ji saxfilitiyan 2 kesên din jî endamên wê şebekeyê bûn ku penaber bi botê di Derya Egeyê re derbas dikirin. Cenazeyên herî kêm 23 penaberên din jî hîna winda ye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.