168 kes mirine 323 kes winda ne

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 9 Çile 2024 - 02:45

Li gorî bîlançoya nû di erdheja Japonyayê de heta niha 168 kesan jiyana xwe ji dest dane, 323 kes jî winda ne.

Di 1’ê Çileyê de li nîvgirava Noto ya li Behra Japonyayê bi pileya 7,5 erdhej çêbû. Li gorî rayedaran hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane, bûye 168 kes. Li gorî daneyên nû yên parêzgeha Ishîkawayê ku gelekî ji vê karesatê bandor bû, 565 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku 323 kes jî winda bûne û piraniya kesên winda ji bajarê Wajîmayê ne. Piştî kareseta mezin bi sedan erdhejên biçûk çêbûn, xanî û rê hilweşiyan û şewat derket. Bajarê Tokyoyê jî bi erdhejê hesiya. Erhej bi 300 kîlometreyî dûrî bajarê Wajîmayê qewimî. Japonya li ser Xeleka ji Agir a Pasîfîkê ye, lewma yek ji wan welatan e ku herî zêde erdhej lê diqewime. Di Adara 2011’an de li Japonyayê erdhejeke giran a bi mezinahiya 9.0 pileyî rû dabû û tsûnamiyeke mezin qewimî bû. Di encamê de nêzî 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Ev felaket di heman demê de bûbû sedema qezaya nukleerê ya Fûkûşîmayê ku piştî qezaya Çernobîlê ya sala 1986’an a herî giran bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.