- Li Efxanistanê ji ber sermayê heta niha 157 kes mirine û 70 hezar sewal jî mirarî bûne.
Ji ber sir û seqama zivistanê li Efxanistanê 157 kes mirin. Berdevkê Wezaretata Têkoşîna beramberî Bobelatan a Efxanistanê, Şafîûllah Rahîmî got, ji ber sermayê heta niha 157 kes mirine û 70 hezar sewal jî mirarî bûne.
Li gorî saziyên alîkariyê, nîvê welat birçî ye û 4 milyon zarok nikarin têr xwarinê bixwin.
Li hinek deverên Efxanistanê germahiya hewayê dadikeve di bin sifirê re 33 pileyan.
NAVENDA NÛÇEYAN