- Ehmed Sofî yê ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, di 138 saliya xwe de wefat kir.
Mirovê herî temendirêj ê cîhanê Kurdê bi navê Ehmed Sofî yê ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, di 138 saliya xwe de wefat kir. Li gorî Ajansa Fermî ya Îranê (ÎRNA), Ehmed Sofî di 18’ê Mijdarê de roja Çarşemê li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê wefat kir. Hate ragihandin ku Sofî ji ber temenê xwe yê dirêj jiyana xwe ji dest daye.
Îrnayê, kopya mînakek qeyda nifûsê ya Sofî û nasnameya wî weşand. Li gorî vê, Sofî di 28’ê Sibata 1882’an de ji dayik bûye. Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê bi temendirêjiya xwe tê naskirin, ku gelek ji wan digihêjin 100 salî.
Li gorî agahiyên ku di Press TV de hatin weşandin, Sofî ne nexweş bû. Sofî bi xwe zarokên wî tinebûn, çar zarok ji xwe re kiribûn zarok.
NAVENDA NÛÇEYAN