Li Sûdanê lehî rabû. Di lehiyê de heya niha 124 kes mirine. Ji ber rabûna lehiyan ev hefteyek e ku bi qasî 800 hezar kesî zirar dîtine.
Ber bi nîvê Tîrmehê ve ji ber şiliya zêde çemê Nîlê di ser re çû û bobeleta ji ber vê roj bi roj mezintir dibe. Li gorî daxuyaniya Buroya Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) çemê Nîlê van rojên dawî kêmtir bûbe jî, hê bandorê li ser gelek herêman dike.
Lii tevahiya Sûdanê bi hezan xênî zirar dîtine û gelek ji wan jî hilweşiyane. Zirar bêhtir li eyaletên Xortûm, Darfûr a Bakur, Darfûr a Rojava, Nîla Şîn û Sennarê ye.
Li gorî Saziya Parastina Sivîlan ji ber lehiyê heta niha 124 kes mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN