• Dadgehê ji ber êşkence, şideta bûyî sedema mirina mirovan, înfazkirin û miameleya xirab a bi mirovan re li Sûriyê,12 sal cezayê hepsê li vî çeteyê DAIŞ´ê birrî.

Çeteyekî DAIŞ´ê yê ji Sûriyê vegeriyaye û çûye Elmanyayê, li Stuttgartê li ber Dadgeha Bilind a Eyaletê li qismê wê yê Parastina Dewletê, hat dadgehkirin. Dadgehê ji ber êşkence, şideta bûyî sedema mirina mirovan, înfazkirin û miameleya xirab a bi mirovan re li Sûriyê,12 sal cezayê hepsê li vî çeteyê DAIŞ´ê birrî. Di nava tohmetên li vî çeteyî barkirî de sûcên dema şer li dijî mirovan jî hebû.

Li gorî dadgehê, beriya bibe endamê çeteya DAIŞ´ê ew endamê çeteyeke din bû û sala 2012´an tevî du kesên din endamekî din ê heman çeteyê înfaz kiriye. Ew sala 2014´an dibe endamê çeteya DAIŞ´ê. Wî di înfazkirina zilamekî 25 salî yê behle de jî cih girtiye, lê belê delîlên têra piştrastkirina vî sûcî li ber mehkemê nebûn.

Mehkemê ji ber êşkenceya li du birayên 16 û 17 salî jî ku di hepsa DAIŞ´ê de bûn sûcdar hat dîtin. Stuttgartrer Nachrichten dibêje, ev endamê çeteya DAIŞ´ê sala 2015´an çûye Elmanyayê û ji sala 2017´an ve ji ber sûcekî din di hepsê de ye. Ev doza hanê jî ji Mijdara par ve dewam dike û di 60 rûniştinan de mehekêmê li 50 şahidan guhdarî kir. Çete jî dozgerî jî dikarin li ber biryara dadgehê rabin heger wê bibin Dîwana Edaletê ya Federal.

STUTTGART