- Li Hindistan û Nepalê ji ber şemitîna erdê û rabûna lehiyê herî kêm 116 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Hindistan û Nepalê ji ber şemitîna erdê û rabûna lehiyê herî kêm 116 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Hindistanê herî kêm 85 kes ji ber şemitîna erdê û felaketên lehiyê jiyana xwe ji dest dan. Li herêma Uttarakhandê ya li bakurê welêt, rojên dawî 46 kesan jiyana xwe ji dest dane, 11 kes jî winda bûne. Serokê hikumeta xwecihî ya herêma Kerala ya li başûrê Hindistanê Pinarayi Vijayan jî diyar kir ku 39 kes mirine. Rayedarên Nepalê jî diyar kirin ku li tevahiya welêt 31 kes ji ber karesatên xwezayî jiyana xwe ji dest dane, 43 kes jî winda ne.
DELHIYA NÛ