- 103 ji berhemên wenda yên navdartirîn resamê di dîroka Japonyayê de Hokusai, piştî bi 70 salan ji nû ve hatin dîtin. British Museumê ev berhem kirrîn û wan hem li muzeyê û hem jî dîjîtal nîşan dide.
Bêhtirî 100 wêne û grafîkên muhimtirîn resamê Japonî Hokusai, piştî ku 70 salan wenda bûn, hatin dîtin. Ev berhemên wî yên nû, qismî ji wan berheman in ku hunermend dixwest ji bo "Kitêba Mezin a Resmên Hertiştî" xêz kiribûn. Lê wî yê paşê dev ji vê projeya xwe berdana.
Yek ji koleksiyonên herî girîng ên hunerî yên dinyaya me, xasma li derveyê welatên rojava, 70 salan wenda bû û niha ji nû ve hat dîtin. Resamê li derveyî welatên rojava li dinyayê herî navdar, Hokusai tê qebûlkirin û di vê koleksiyonê de 103 xêzkirinên wî yên orîjînal hene. Ev koleksiyon li Parîsê derket holê û niha jî li British Museumê li Ingilîstanê ew kirrîne. Ev huner qismî beşek ji projeya herî mezin a çapê ya serdema xwe li Japonayayê pêk dianî: plana ansîklopediyeke dêwana ya bi resman. Ev kitêb, yan jî projeya wê bi navê "Kitêba Mezin a Resmên Hertiştî" sêwirandina Hokusai bi xwe bû, lê ev proje ti carî neçû serî.
Projeya ansîklopediyê sekinî
Di salên 1830´î de proje yan ji ber mesrefan yan jî ji ber ku Hokusai di kalîteyeke gelekî mezin a çapê de israr kir, bi temamî sekinî.
Kitêba Mezin a Resmên Hertiştî wê ji bo Japonan bibûya derfeta naskirina dinyaya li derveyî wan. Wî çaxî destûra Japonan nedihat dayîn derkevin derveyî welêt û ji sedî 99´ê erdên welêt jî bi temamî li biyaniyan girtî bûn. Yanî di vê hewaya evqasî asê û li derve girtî de, kitêbê wê derfet bidaya xelkê Japonyayê hem dinyaya derveyî xwe nas bikin û hem jî Japonyayê bi xwe nas bikin.
Japonya li dinyayê girtîbû
Lê belê Hokusai bi xwe jî nekarî xwe bigihîne materyalan ji bo resmên xwe. Materyalê xwe digihandiyê jî bi sedsalan kevin bûn. Ji ber wê jî gelek caran wî dinyaya derveyî xwe weke beriya bi sedsalan resm dikir. Ji ber wê yekê jî yekane Ewrûpiyê -Barbarên Başûr- di ansîklopediyê de bi cil û bergên ji sedsala 16-17´an hatiye xêzkirin, li şûna ku bi cilûbergên sedsala 19´an bê xêzkirin.
Di hin resmên din de em dîroka Çînê û Hindistanê dibînin; her wiha ka li gorî Hokusai Çîniyan çawa xanî, kaxez çêdikirin, çap dikirin û alkol çêdikirin jî di nava van resman de cihê xwe digirin.
Çend berhemên din ên Hokusai yên ku tê zanîn wî ji bo Kitêba Mezin a Resmên Hertiştî çêkiriye jî li Muzeya Hunerên Bedew a Bostonê û Kitêbxaneya Neteweyî ya li Parîsê ne. Di wan de hunerên Japonî, kozmolojiya Budîst, giya, masî û peysaj hene.
Dibe ku hin berhemên din hebin
British Museum a ku ev berhemên vê dawiyê kirrîn, yeqîn dike ku hin berhemên din ên Hokusai jî filitîbin. Lewma bi ya pisporên muzexaneyê, Hokusai mijarên wêje, dîrok û mîtoljiya Japonayayê niha xistiye nava mijarên xwe û dibe ku xêzkirinên wî yên li ser van mijaran di koleksiyonên şexsî yan jî dewletî sax filitîbin, bêyî ku hatibin naskirin.
British Museum van her 103 resmên xêzkirî yên nû hatin dîtin hem weke kaxez hem jî weke dîjîtal li ser înternetê nîşa dide.
LONDON