- Li gorî medyaya Lîbyayê di qezaya destpêkê de 74 kes xeniqîn. Di qezaya duyemîn de, 20 kesên di keştiyê de xeniqîn.
Li peravên Lîbyayê di nava 24 saetên dawî de 2 qezayên keştiyan çêbûn, di encamê de herî kêm 100 kes xeniqîn. Li gorî medyaya Lîbyayê di qezaya destpêkê de 74 kes xeniqîn. Di qezaya duyemîn de, 20 kesên di keştiyê de xeniqîn.
Rêxistina Dixtorên Sînornenas bi rêya Twîtterê daxuyanî dan û diyar kirin ku li bajarê Sorman ê li bakurê Lîbyayê, bi 3 jinên ji qezayê rizgarkirî peyivîne.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Jinên ku ji aliyê masîgiran ve hatin rizgarkirin hîn di şoqê de ne. Li pêş çavên xwe dîtin ku mirovên wan, hezkiriyên wan di nava pêlan de winda bûne û xeniqîne.”
Hêjayî gotinê ye, Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (OIM) ragihand ku di nava rojê de li peravên bajarê Xomsê di qezayekê de 74 kes xeniqîne û 47 kes ji aliyê tîmên Parastina Peravî ya Lîbyayê ve hatine rizgarkirin. OIM ragihandibû ku ji destpêka serê salê ve 11 hezar kes li Lîbyayê hatine vegerandin.
NAVENDA NÛÇEYAN