- Fîxan diyar kir ku piştî şoreşa Rojava dest pê kir, ruxmî derfetên aborî yên kêm jî xwestiye ku muzexaneyeke mezin ava bike, lê hê jî ev derfet bi destê wî neketiye.
Fîxan Hîmo bi armanca parastina çanda Kurdî û ligel derfetên kêm jî bi hezkirin xebata lêkolîna ser wêje û çanda Kurdî dike. Her wiha amûrên dîrokî di muzexaneyekê biçûk de kom dike û lêkolînên xwe berfirehtir dike.
Amûr an tiştê ku bi destê miletekî berê hatine afirandin, çanda wî miletî pêk tînin, parastina wê çandê jî peywira endamên wî miletî ye. Hin kes hene çandê bi îhtîmam diparêzin. Yek ji wan kesan Şahir Mihemed e ku bi navê Fîxan Hîmo tê naskirin. Ew şêniyê gundê Hîmo yê ser bi Qamişloyê ye.
Fîxan Hîmo sala 1981`ê, li gundê Hîmo ji dayîk bûye û ji sala 2004`an ve dest bi xebata lêkolîna li ser wêje û çanda Kurdî kiriye. Sala 2011`an wekî muzexaneyeke piçûk li mala xwe vekiriye.
Fîxan ji gundên Rojava û Bakurê Kurdistanê bi taybetî ji Amedê amûrên kevin ên çandiniyê û yên ku di malan de dihatin bikaranîn, kom dike û hewl dide ku wan amûran li gel xwe arşîv û bi belge bike. Her wiha nav û dîroka wan jî eşkere bike.
Fîxan Hîmo di lêkolînên xwe de bersiva van pirsan jî dide: Ew amûr bi awayekî çawa hatine bikaranîn? Li kîjan deverê ev amûr hatine çêkirin? Dîroka afirandina amûrê? Ev amûr li çend deveran hatiye bikaranîn?
Muzeyeke etnografyayê
Amûrên ku Fîxan Hîmo parastine û di muzexaneya xwe ya biçûk de bi cih kirine, ev in: Di baxçeyê muzexaneyê de Mîrkutên kevin ji bo goşt û genim, di hundirê muzexaneyê de melhêb, cerên avê, fanos, xencer, berikên xaniyan û yên daliqandinê, çifte, bêjing, kildank, textikên rûniştinê, tûrik, lempe, dergûşa textî, teşî, utî, meşk, heste, mûmdank, hevring, kilît, çingal, zengil, zirne, çira, erebe, werîs, papor, hawin, xefka mişkan, badana hespan, şûnikê hiriyan, tevna berikan, selik û hetanî bi demjimêrên kevin jî hene.
Kurdan rehetî nedît
Fîxan Hîmo da zanîn ku gelek ji mirovên Kurd dema ku navê amûrên dîrokî dibihîzin matmayî dimînin û dibêjin gelo ev çi ne? û wiha dewam kir: "Gelê Kurd rehetiyek nedîtiye ku karibe çanda xwe biparêze weke neteweyên din."
Fîxan diyar kir ku piştî şoreşa Rojava dest pê kir, ruxmî derfetên aborî yên kêm jî xwestiye ku muzexaneyeke mezin ava bike, lê hê jî ev derfet bi dest neketiye: "Ez dixwazim muzexaneyeke li ser asta Rojavayê Kurdistanê vekim, lê hê jî derfet bi destê min neketiye."
Xelkê amûrên Kurdan birin
Fîxan Hîmo, wekî din bal bire ser çanda Kurdî ya kevnar a ku ji serdema neolîtîk û heta beriya wê amûr çêkirine û got, "Gelê Kurd pêdiviyên xwe li gorî jiyana ku tê de ye amûr çêdikirin û ew bi kar dianîn, gelek amûr ji holê hatine rakirin, nema mirov bi kar tîne, tenê di muzexaneyan de tên bicîkirin. Jibîrkirina çandê vedigere hişmendiya civakê, ji ber qirkirina li dijî gelê Kurd. Ev yek jî sedemeke bingehîn e ku gelek neteweyên derdorê, amûrên Kurdan çêkirî, desteser kirin."
Fîxan Hîmo da zanîn ku armanca wî ji vekirina muzexaneyê û lêkolîna li ser wêje û çanda kurdî ew e ku çanda kurdî biparêze. Her wiha bang li aliyên pêwendîdar kir ku alîkariya wî bikin da ku muzexaneyeke mezin li ser asta Rojavayê Kurdistanê veke.
ANHA/QAMIŞLO