- Hunermendên Kurdistanê: Em; hunermendên gelê Kurd, ên ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji hemû Kurdan re, hemî rêxistinên siyasî, partî û saziyên Kurdan re dibêjin: Dijminê me bûne yek, werin em jî bibin Yek!
Platforma Hunermendên Kurdistanê bi sernvaê 'Dijminê gelê Kurd bûne yek, werin em jî bibin yek' daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku dewleta tirk a faşîst û dagirker di şerê qirkirina gelê Kurd de bi biryar û israr e. Platform dibêje, "Doktrîna xwe li ser tinekirina gelê Kurd û hemû pêkhateyên li ser axa Kurdistanê dibîne! Bi plansaziyeke şerê dorfireh û pirralî, bi armanca hilweşandin û têkbirina destketiyên gelê Kurd û şikandina îradeya Kurdan, tevdigere. Da ku şerê navxweyî di nav Kurdan de çêbe, ev demek e, dest bi êrişên berfireh li dijî axa Başûr kiriye."
Platform dibêje, dewleta Tirk a dagirker van êrişên xwe roj bi roj ji bejahî û ezmanî ve berfireh dike û wiha dewam dike: "Gelek deverên başûrê welêt dagir kirine. Bi dehan welatiyên Kurd ji ber bombebarana firokan û topbaranên artêşa dagirker şehîd bûne. Bi sedan gund û cihwar hatine valakirin, erd û zevî, bax û baxçeyên welatiyan, milk û malên xelkê ketine ber talan û şewatan. Li ber çavên dinya alemê ev yek dibe!"
Platformê dibêje, dewleta Tirk eşkere li armanca xwe mikur tê û ew jî; şerê hêzên Kurd li dijî hev e.
Parçebûna Kurdan rûreşî ye
Di daxuyaniyê de bûyerên Cenga Heftanînê tên bibîrxistin: "Dewleta Tirk di vê cengê de ji aliyekî ve teknîka bi pêşketî û çekên herî giran, ji aliyê din ve jî, hemû hevkar û sîxur û koricî û cehşên xwefiroş di bin fermandariya îstixbarata dewleta Tirk de beşdarî vê pêngava cengê dike.
Dewlata Tirk a barbar dixwaze Başûr dagir bike. Hem dagir bike hem jî Kurdan li hember hev bi kar bîne. Vê yekê jî eşkere dibêje, venaşêre. Ev rewşa perçebûyî û dabeşkirî di siyaseta Kurd de, şerma herî mezin e. Rûreşiyeke herî mezin e. Êdî gelê me vê rewşa siyaseta Kurd naxwaze."
Kî neyê ser xeta yekîtiyê berpirsiyar e
Platform di dewamê de dibêje, "Pêwîst e em qeder û vîna xwe nekin qurbanî nakokiyên hizbî û berjewendiyên takakesî! Em wekî hunermendên gelê Kurd, ên ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji hemû Kurdan re, hemî rêxistinên siyasî, partî û saziyên Kurdan re dibêjin, Dijminê me bûne yek, werin em ji bibin Yek!
Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin, kî dibe bila bibe, kîjan partî dibe bila bibe, kî nayê ser xeta Yekîtiya Neteweyî, kî dibe hevparê siyaseta dewleta dagirker, kî dibe amûra siyaseta dewleta Tirka dagirker; berpirsiyarê qirkirina gelê Kurd e!"
Paşxistina yekîtiyê daxwaza dijmin e
Platformê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: "Pêwîste hemû birên civakê hişyar bin; Kî Yekîtiya Neteweyî dixwaze, kî naxwaze! Kî parastina neteweyê dike, kî xera dike!
Em; hunermendên beşên Kurdistanê banga xwe dubare dikin; ku gelê me, civaka Kurd destwerdanê di vê rewşa siyasetê ya kambax bike, da ku siyaseta hemî hizb û partiyên me, li xwe û şêwra neteweyî vegerin.
Em bang li partî û hêzên Kurdistanî hemûyan dikin. Ji bilî siyaseta yekîtî, yekrêzî û şêwra neteweyî, çare û derfetek din nemaye! Paşxistin û xemsarî, bêdengî û çalaknebûn, hêvî û daxwaza dijmin e!
Banga me Hunermendên Kurd bi taybetî ji bo keç û xotên çar beşên Kurdistan û ên li derveyî welat dijîn heye: Hûn siberoja Neteweyekê ne, ku sed sale dibin dabeşkirinê û parçebûnê de, bi sedhezaran cangorî dane axa Kurdistanê. Li her cihekî, rabin raperînê, nehêlin siberoja neteweya me vemirînin!"
NAVENDA NÛÇEYAN