• Rapora mufetîşiya giştî ya Wezareta Parastinê ya Emerîkî dagirkeriya Tirk li Sûrî weke stara DAIŞ´ê bi nav dike û behsa navendên lojîstikê yên DAIŞ´ê yên li Tirkiyeyê dike yên ku DAIŞ wan ji bo operasyonên xwe yên malî bi kar tîne.

Mufetişê Giştî yê Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) rapora xwe ya 3 mehan a li ser operasyona koalîsyonê li dijî DAIŞʼê eşkere kir. Rapor dibêje, qederê 10 hezar endamên çeteya DAIŞ´ê yên çalak hene li Iraq û Sûrî û deverên dewleta Tirk li Sûrî dagirkirine ji bo rêveberên DAIŞ´ê star in. Di raporê de sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker jî cihê xwe digirin. Rapor QSDʼê li Sûrî weke hêza sereke ya operasyonê dibîne. Rapora ji bo Tîrmeh ta Îlona îsal, ji bo Kongreya Emerîkî tê amadekirin û mohra sê mufetişên giştî li ser e.
Rapora sêmehane ya Wezareta Parastinê ya DYEʼyê li ser Operasyona li dijî DAIŞ´ê (Operastion Inherent Resolve) hat eşkerekirin. Mufetişê Giştî yê Wezaretê Sean W. O’Donnell di raporê de dibêje, DAIŞ hîna li Iraq, Sûrî û dinyayê tehlûke ye û divê hevkariya di şerê li dijî DAIŞʼê de dewam bike.
Rapor tesbît dike ku hîna qederê 10 hezar endamên çekdar ên çeteya DAIŞʼê li Iraq û Sûrî çalak in. Herçî rêveberiya wan e, tesbîteke balkêş di raporê de heye: Ew li Idlibê û deverên din ên ku dewleta Tirk li bakurê Sûrî dagir kirine, stirîne. Em tam bi berisiva Îstîxbarata Eskerî ya Emerîkî (DIA) nizanibin jî, rapor dibêje, li ser pirsa wan îstîxbaratê gotiye, "DAIŞ´ê ji bo hinekan ji rêveberiya xwe di nava nebûna ewlekariya li Idlibê û wilayeta Helebê starek çêkiriye, li van deveran operasyonên dij-terorê gelek ji lîderên DAIŞ´ê kuştin." Li vir peyva starê muhim e, ji ber ku dewleta Tirk ev star ji DAIŞ´ê re ku dihat tinekirin, çêkir.

Navendên lojîstika DAIŞ´ê li Tirkieyeyê

Rapor wekî din bi bîr dixe ku Tirkiye di maliyeya çeteya DAIŞʼê de jî bi dewreke diyarker radibe. Herdu kesên ku ketin ber cezayên ji ber fînansekirina DAIŞʼê jî li Tirkiyeyê kar dikin. Li ser mijarê raporê agahiyên ji xezîneya DYEʼyê jî parve kirine ku dibêje, "DAIŞ kuryeyan bi kar tîne da ku pereyê pêşîn di sînorê Iraq û Sûriyê re bi qaçaxî bixe van welatan. Û gelek caran ji bo vê bike, mihtacê navendên lojîstik ên li Tirkiyeyê ye da ku pereyan hewale bike wî aliyê sînor bi rêya karsazan, di nava vê de şandina bereyên pêşîn a bi navê hewale jî heye."
Ji bo Adnan Muhammad Amin al-Rawi yê ku di misogerkirina maliyeya DAIŞ´ê de kar dike, rapor îfadeya "derfetçêkerekî DAIŞʼê li Tirkiyeyê" bi kar tîne.

Ji DAIŞʼê xirabtir in

Rapor behsa binpêkirinên mafê mirovan ên li dijî Kurdan û bi darê zorê Misilmankirina Êzîdiyên li Efrînê jî dike û dibêje, ji ber van binpêkirinan rêveberiya girêdayî dewleta Tirk ne ti kes girtiye, ne jî ti lêpirsîn daye destpêkirin. Sûcên ku di raporê de navê wan tên hildan, weke "binpêkirinên giran ên mafên mirovan" bi nav dike. Di nava van sûcan de "kuştina mirovan, êşkence, êşkenceya li zarokan, xerac, destavêtin, revandin, talan, desteserkirina milk, koçberkirina bi darê zorê û gelek caran qutkirina avê ji ser bêhtirî 500 hezar sivîlî" hene. Rapor dibêje, sûcên komên ser bi dagirkeriya Tirk ve dikarin ji aliyê DAIŞʼê ve bên bikaranîn. Yanî mufetişên rapor nivîsandî jî lê mikur tên ku dagirkerên Tirk ji DAIŞʼê ne çêtir in û DAIŞ dikare vê bi kar bîne.

QSD bi serê xwe operasyonan dike

Xisûseke din a di raporê de li ser QSDʼê ye. Rapor dibêje, QSD operasyonên li dijî DAIŞʼê yên tevlîhev êdî bi tena serê xwe dikare bike, bêyî ku alîkariyê ji koalîsyonê wergire.
Li aliyê din em ji raporê fêm dikin ku bi hênceta nemana desteka malî, DYEʼê bernemeya xwe ya biîstîqrarkirinê piçûk û kêm kiriye.