• Mozaîkên dêra li Gola ya ji sala 1600'î mayî, îro jî mirovan heyranî xwe dike. Ev xemlên bedew ên tesadufî hatin dîtin, bi destê hostekarên van erdan çêbûn, lê ew hostekar di encama talana sîstematîk a dewleta Tirk de îro nînin.

Li navçeya Mêrdînê Dêrikê li gundê Kevirşînê, li gundikê bi navê Gola, dêrek ji dawiya sedsala çaran hat dîtin. Ev dêr ne weke dêrên deverên nêzîk ên weke Torê ye, lê weke yên navenda împeretoriyê, bi zemînê mozaîkan e. Ev çiyayên ku ji mêj ve şên, diyar e ku bi zeytûnên xwe hingê jî civakeke mezin xwedî kirine û bi cih kirine. Hê jî ew hunerên baxçevanî, avdanî, rezvaniyê hene li Dêrikê. Lê hostekarên wê, weke yên gelek deverên Kurdistanî di nava van her du sedsalên dawî de çûn û li pey xwe kes nehiştin. Em bi hezar salan li paş man, ji ber ku huner û tecrûbeya me bi talan û qirkirinê ji nav me birin. Qirkirin û talana sîstematîk a bi destê dewleta Tirk, erdekî bi xêr û bêr stewr kiriye. Li ber destê me tenê stran man ku pesnê wan hostekaran didin.
Nûçeyên li ser vê keşfa arkeolojîk, navekî ecêb ê taxeke Dêrikê hildidin: Goktaş. Hinekî mirov lê bipirse, di ser înternetê de jî bi ser ve dibe ku ev gundê Dêrikê Kevirşîn. Weke gelek warên Şên ên Kurdistanê Kevirşîn jî li ser dîrokeke misêwa a şaristaniyê ava ye. Xulikkariya van erdan û miletên li ser xwe li wir jî dide der. Wan çaxan hostekarên van erdan dikarîn dîwarên wan dêrên mezin lê kin, dikarîn wan mozaîkan çêkin, dikarîn kitêbên duayan binivîsînin û bineqişînin.

Manî li ku bû hoste

Ma Manî di sedsala diduyan de li ber destê kê hînbû wan xetên bedew bikişîne, bi wan xêzên xweşkok dewrûbera kitêbên xwe yên pîroz bineqişîne! Piştî bi qederê du hezar salan mirov bivênevê dipirse, bi ku ve çûn ew hostekar? Sirr nîne, qirkirin, mêhtingerî û dagirkerî eşkere û eyan in. Ya ku hatî dagirkirin, ya tê mêhtin ne tenê çavkaniyên me, erda me ne; mejiyên me, behremendiyên me, û hostekarên me jî talan kirin di nava van her du sedsalên bihurî de.
Ji ber wê ye, êdî em nikarin ji ezameta vê dêra beriya bi bêhtirî 1600 salan hatiye lêkirin, jî fêm bikin. Axir em li nûçeyê vegerin: Li gundê Kevirşînê ku weke lanetekê navê Goktaş weke henekpêkirinekê li hatiye barkirin, li ser giliyekî, kolanên arkeolojîk ên "rizgarkirinê" dest pê kirine. Li devera gundik a bi navê Gola ev xebata arkeolojîk tê kirin û derdikeve holê ku li vir dêreke bi plana bazîlîk heye. Ev dêr sala 386’an hatiye çêkirin.

Navendeke Xiristiyaniya Kurd û Suryanî

Xebata kolanên arkeolojîk Tîrmeha bihurî dest pê kirin. Hem ji ber awayê bazîlîkal, û hem jî ji ber ku kîtabeya wê ya bi stîla Estrengo hatiye dîtin, em dizanin ku ji serdema dereng a Bîzansê maye û sala 386´an ava bûye. Kolanên arkeolojîk dewam dikin hîna. Lê tişta herê balkêş ev e: mozaîkên bi fîgurên insan, heywananm giya û daran, û mestereyên geometrîk hatin dîtin. Tevî dêrê weftîzxaneyek jî di avahiyê de heye.
Dêrik jî erdekî welê ye ku ji berê ve bûye navendeke Xiristiyaniya Kurd û Suryaniyan. Axir kîtabe bi Îbrî ye, çawa ku hingê li dêran belav bû. Di mozaîkan de jî navên hin mehan hatine naskirin weke Nîsan û Hezîranê. Li gorî wan mehan jî mirovên diçin nêçîrê, yên diçin nav erd û werzan jî xuya ne. Yanî dêr mirovan ne ji dinyayê dike ne jî ji xwedê. Çawa adeta beriya Xiristiyaniyê bûye, xeml û rewşa dinyayê û civaka mirovan beşek ji ayînan e. Em îro heman tiştî di ayîn û mîmariya Êzîdiyan de jî dibînin.

Bêxwedî hiştine

Hasilî, ev devera ku paşê bûye devera sît, tesadufî li ser gilî, sala 2013´an hatiye naskirin. Gava hin kes li xizneyan digeriyan, û giliyê wan hatibû kirin. Lê kesên ku li xizneyan digeriyan xwe tenê dan alî û di navbera kolanê ya di Cejna Heciyan de careke din bi tevrên xwe ketin nav devera sît, çaleke du metroyan kûr kolan û xisareke mezin dan mozaîkan.

MÊRDÎN