Pirtûkxaneya Kurdî li gund

Nûçeyên Çand/Huner

duşem 3 tebaxê 2020 - 23:00

Li gundên Herêma Kurdistanê pirtûkxane gelek kêm in. Her wiha li bajaran jî xwendina pirtûkan pirr kêm bûye. Lê pirtûkxaneya gundê Hesinan ya ser bi navçeya Soran, bûye navendeke kombûna ciwanan. Pirtûkxwendin li vî gundî çandek e.
Li gundê Hesinan a li quntara çiyayê Hesen Begê, 18 kîlometroyan dûrî navenda navçeya Soran a ser bi Hewlêrê pitûkxane ji bo xelkê gund mekanekî cemawerî ye. Li pirtûkxaneyê gelek pirtûkên cûr bi cûr hene û rojane bi dehan ciwan û welatî ji bo xwendina pirtûkan diçin pirtûkxaneyê. Her wiha her hefte jî semîner û panelên zanistî ji aliyê ciwanên gund ve tên dayîn.
Mela û Xetîbê gund Azad Mihemed ku rolek wî ya sereke di avakirina pirtûkxaneyê de heye, dibêje: “Di destpêkê de bi derfetên kêm me dest bi vekirina pirtûkxaneyê kir, lê ji ber ku ji berê ve şêniyên gundê Hesinan ji xwendina pirtûkan hez dikir, bi piştgiriya ciwanên xwebexş niha pirtûkxane mezin bûye û ji bo ciwanên gund bûye navendeke rewşenbîrî.”

Ciwan dixwînin

Kitêbxane destpêka sala 2018’an hatiye vekirin û lê qederê 2 hezar kitêban hene. Bi xêra kitêbxaneyê ji hingê ve bi dehan semîner û çalakiyên rewşenbîrî li gund hatine lidarxistin. Di nava kitêban de yên wêjeyî, felsefeyê, dîn û gelekên din jî hene.
Hinek ji ciwanên gund sereqet diçin kitêbxanê û dibêjin, ew sûdeke mezin ji kitêbxaneyê digirin.
Ciwanê bi navê Heval Ferhan 17 salî ye, li gorî wexta xwe, ew rojane diçe kitêbxaneyê. Ew hin caran li kitêbxaneyê dixwîne û hin caran jî kitêban dibe malê û dixwîne.
Heval Ferhan dibêje, “Bi rêya pirtûkan mirov dikare li ser dîroka gelan bibe xwedî zanyarî, her wiha pêwîst nake welat bi welat mirov bigere ji bo fêrî çand û dîroka gelên cîhanê bibe. Bi xwendina pirtûkan re fikirandina mirov diguhere û di nava du salan de bi xwendina pirtûkan bandoreke zêde li ser fikrên min çêbû.”
Ciwanê bi navê Osman Ebdulqadir jî her roj diçe kitêbxaneyê; ew dibêje, “Xwendina kitêban derûniya mirovan aram dike û asta têgihiştin û zanistê li cem mirovî bi pêş dixe.” 

ROJNEWS/SORAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.