Mafên wan têne xwarin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 20 Îlon 2020 - 23:00

  • Neheqiya li karkerên çandiniyê yên demsalê tê kirin, li Polatliya Enqerê du qatan zêdetir li jinan dibe. Ew hem yewmiyeyeke kêm distînin, hem ti ewlehiya wan a civakî nîne û hem jî tevahiya karûbarên malê jî dikin û li konan dimînin.

HABÎBE EREN
ROJNEWS/ENQERE

Ji ber polîtîkayên taybet ên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî Kurdan, gelek Kurd di warê aborî de şerpeze dibin û ji Kurdistanê neçar diçin deverên din bixebitin. Ew jî her tim nikarin biçin tenê ew dikarin li gorî demsalan biçin. Lewma ji wan re karkerên demsalî tê gotin.
Karkerên Demsalî yên li Polatli ya Eqereyê pîvazan kom dikin, rojane heqdestê wan 70 lîra ye. Karkerên di gelek waran de heqê wan tê xwarin ji şert û mercan bi gazinc in. Jinên ku hem li ser erdan dixebitin û hem jî kar û barê malê dikin, ev neheqî du qatan zêde li wan dibe.
Li konbajarê taxa Ordekgolu ya Polatli ya Enqereyê 120 karkerên çandiniyê dimînin û di dema pandemiyê de zêdetir zehmetiyan dikşînin. Di vê rewşa şewba koronayê de bi sedema ku tedbîr nayê girtin di nava şert û mercên zehmet de ne.
Bi pirranî karker ji Rihayê hatine û pîvazan kom dikin. Li sê erdên cuda dixebitin. Malbat qelebalix in û hinek ji wan bi pitikên xwe yên nû hatine dinê li ser erdan dixebitin.
Jin hem li ser erdan dixebitin û hem jî kar û barê malê dikin, li zarokan dinêrin. Jin ne xwedî gotin in û mêr li şûna wan gotinê dibêjin.

Umrek bi rêncberiyê diçe

Jina bi navê Hanim Başibeyaz a îsal cara yekem hatiye Enqereyê û dixebite got berê çûye Meletê û Gîresûnê xebatê û yekem car tê vir û got: “Em her sal diçin cihekî. Zonguldak ji bo me baş bû. Ez dixebitim lê pereyan nabînim. Bavê min pereyê me digire. Em ji malbatê 7 kes dixebitin.
Melek Çetîn jî ji Serêkaniyê ya Rihayê hatiye. 3 sal e tê Polatliyê. Melek dibêje: “Ji bo paşeroja xwe min dixwest ku bixebitim. Min dixwest ku bibim xwedî pîşe. Dayika min wefat kir. Ez û bavê xwe li 6 kesî dinêrin. Em qet bêhna xwe nadin.”
Saha Ture ya ku 17 sale li Polatli li ser erdan dixebite dibêje; “Em havînê çapeyê dikin û pîvazan radikin. Zivistanê jî em diçin Polatliyê, em li embaran dixebitin. Em pîvazan dibin embaran û yên xerabûyî ji nav derdixin. 10 sal e zewicandî me. 4 zarokên min hene. Hîna li vir im. Em heta niha çûne gelek deverên Tirkiyeyê. Nêzîkatiya her kesî jî ne wek hev e. Em li gorî hevsalên xwe zû pîr dibin.”
Sedef Topalan gazinan dike û dibêje: “Wek hûn dibînin em di nava rezîliyê de ne. Ji 10 salî ve ye li vir dixebitim. Niha 18 salî me. Ji neçarî min dest ji dibistanê berda. Em her sal li vir in. Reziliya em dikşînin nayê gotin. Em ji jiyana xwe ne kêfxweş in. Dewlet heta niha di ti mijarê de ji bo me nebû alîkar. Ji 2 saliya xwe ve li Polatliyê me. Min qet warê xwe nedîtiye. Ez li vir mezin bûme.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.