Kurdan xweş govend gerand 

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Gulan 2024 - 18:30

  • Mihrîcana Gavendên Kurdistanê ku her sal li Elmanyayê tê lidarxistin îsal jî li bajarê Esslingen ê Elmanyayê hate lidarxistin. Gelek komên govendê beşdarî mihrîcanê bûn û ji herêmên cuda yên Kurdistanê nimûneyên govendê nîşanî xelkê dan.

Mihrîcana Govendên Kurdistanê ku li bajarê Esslingen ê Elmanyayê bi meşa gerdîşî di 18’ê Gulanê de destpê kiribû, bi dawî bû. Komên beşdarvan li Bahnhof Platzê li hev kom bû bûn. Li qadê nêzîkî 400 lîstikvan, mamoste û Kurdistaniyan govendên ji herêmên cuda yên Kurdistanê gerandin. Cil û bergên Kurdî yên lîstikvan û mamosteyan bûn sedema derketina dîmenên gelekî xweşik.
Di roja ewil ya mihrîcanê de piştî gerandina govendê meşeke girseyî jî hatibû lidarxistin. Welatiyên Elman ji pacên xaniyê xwe meşa girseyî temaşe kirin û eleqeyeke mezin nîşanî mihrîcanê dan. Meş li qada li rex Pirtûkxaneya Esslîngenê bi dawî bû. Lîstikvanan li qada dîrokî nêzîkî nîv saetê govendên gelêrî gerandin.
Mihrîcana Govendên Kurdistanê ku li bajarê Esslingen ê Elmanyayê hat lidarxistin û do rojan dewam kir bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû.

Koma Şiyar bû yekem
Koma Şiyar xelata yekemîn wergirt. Koma ku ji bajarê Salzgitter ê Elmanyayê beşdar bû, govendên gelêrî yên herêma Amedê yên bi navê Şeva Zavê, Keşeo, Delîlo, Du Nig, Heranî, Govend û Çepik pêşkêş kirin û gelekî hatin ecibandin.
Xelata duyemîn jî koma Evîna Welat bi Hevra ya ji bajarê Basel ê Swîsreyê wergirt. Koma govendên gelêrî yên herêma Gimgimê bi navê Yawşîrme, Yarê, Xweş Bazin, Giranî, Çepkî, Sivikî û Zifkiro pêşkêş kirin.

Govenda Baran jî du xelat wergirt
Govenda Baran a ku ji bajarê Koln ê Elmanyayê beşdar bû û govendên gelêrî yên Colemêrg-Çelê pêşkêş kir, du xelat wergirt. Komê hem Xelata sêyemîn û hem jî Xelata Cil û Bergê wergirt. Koma ku dirûşma wê ya sereke "Hebûna me azadiya me ye" ye, ji 9 lîstikvanên jin û 5 lîstikvanên mêr pêk tê. Govendên gelerî yên komê ev in: Rûbar/Meymokê, Renî, Sêpî, Tilmercan, Mûmê, Qela Başkalan, Mil, Dunig/Dumil û Sorgul.

‘Xelata Lêkolînê’ dan Koma Kulîlkên Welat
Koma Kulîlkên Welat a ji bajarê Duisburg ê Elmanyayê beşdar bû, Xelata Lêkolînê wergirt. Komê şanoyên ji herêma Torê pêşkêş kirin. Xelata Taybet a Juriyê ji du komên cuda re hat dayîn. Yek ji van koman Koma Lalîş ku pêşandana vekirinê ya mihrîcanê kir û Koma Azadî (Dortmund) ku beşdarî pêşbirkê bû.
Juriyê Sertîfîkayên Tevlîbûnê da 27 komên beşdarî mihrîcanê bûn. Her wiha sê belgeyên Spasiyê jî hatin dayîn. Yek ji van ji gelên li bajarên Esslingen û Stuttgart ên ku mazûvaniya mîhrîcanê kirin û ji dildarên beşdarî xebatên mihrîcanê bûn re hat dayîn. Belgeya din jî ji xebatkarên Otela Leonardo re ku mazûvaniya komên beşdarî mihrîcanê bûn kir û herî dawî jî di şexsê Çira TV’ê de ji xebatkarên çapemeniya azad re hat dayîn. Xelat ji aliyê nûnerê Yenî Ozgur Polîtîkayê yê Hambûrgê rojnamevan Mehmet Zahît Ekîncî ve hat wergirtin.
ANF/ESSLINGEN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.