- Li bajarê Swîsreyê Cenevreyê, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) di çarçoveya pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye' de her çarşem çalakiya rûniştinê heye.
Li bajarê Swîsreyê Cenevreyê, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) di çarçoveya pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye' de her çarşem çalakiya rûniştinê heye. Di çalakiya doh de Kurdistaniyan nerazîbûna xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojavayê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê îfade kir, û ji NY´ê jî xwest ku bi berpirsiyariyên xwe rabe.
Li cihê çalakiyê li ser navê Navenda Çanda Kurd daxuyanî hat dayîn. Kurdistaniyan got: “Em êrişên komkujer ên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr, Şengal û Rojava şermezar dikin. Wekî din beramberî bombebaraneke li dijî wargeheke penaberan a ku NY´ê statuya wê erê kiriye, divê NY bi berpirsiyariyên xwe rabe. Em ê li hemberî van êrişên faşîst têkoşîna xwe dewam bikin, û Erdogan ê faşîst û çeteyên wî jî bi bin bixin."
Kurdistaniyan ji bilî Cenevreyê, li Zurich, Luzern, Lozan, Bern, Solothurn, Wintherthur, Basel, St Gallen û gelek navendên din ên Swîsreyê êrişên dewleta Tirk rûreş kirin.
CENEVRE