Jin ji mêj ve li şanoyê ne

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 7 Mijdar 2024 - 17:30

  • Nivîskar Sureyya Kacabey tev li Mihrîcana Şanoya Jin a Amedê bû û got ku divê tevgerên jinan amûrên pergala nêrza bi kar neyînin. 

Bi pêşengtiya Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şanoya Bajar a Amedê, Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) û Organîzasyona ÎVA’yê di navbera 5-10’ê mijdarê de Mihrîcana Şanoya Jinan a Amedê tê lidarxistin. Şano, di roja duyemîn de didome. Di çarçoveya mihrîcanê de îro bi beşdariya nivîskar Sureyya Karacabey gotûbêja “Jin li şanoyê ne” hat lidarxistin. Gotûbêj, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin û gelek şanohez tev li bûn. 
Karacabey di gotûbêjê de got ku jin di her qadên jiyanê de têdikoşin û ev tişt anî ziman: “Tecrûbeyên jinan ên di şanoyê de pir ji zû ve ye. Lê belê forma şanoya jinan a esasî di destpêka salên 1970’î de dest pê kir. Nivîsên jinan divê her tim nûjen û baş bin. Ji ber ku ev yek tê wateya îtîraza li dijî formê jî. Dema tevgera jin hêviyeke rizgariyê pêşkeşî cîhanê dike; divê li dijî cîhana bi fikrên nêrza hatiye avakirin, amûrên wê pergala nêrza bi kar neyîne. Divê bi formeke cuda derkeve holê.”  
Di gotûbêjê de li ser lîstika ji hêla nivîskara lîstikan Şenay Tanrivermîş ve hatiye nivîsandin jî axaftin hatin kirin. Herî dawî jî plaket dane Sureyya Karacabey û gotûbêj bi dawî bû. 
Mihrîcan, bi atolyeya “Kargeha Vegotina Çîrokan” a li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê û bi beşdariya derhêner Berfîn Zenderlîoglû didome. 
MA/AMED

 

* * *

Bernameya Yenîsahne ya Êlihê

Di nav bernameya Yenîsahne ya Batmanê de vê mehê lîstikên şanoyê, gotûbêj û pêşangehek fotoyan heye.

Vê mehê li Yenisahneyê lîstikên şanoyên yên wekî "Ne wisa, ne jî wilo", "Qral û Travîs", "Bûka Lekî", "Masîreşka Biçûk", "Xwezgînî", "Karmakarişik", "Tirş û Tehl" û "Jixweberî" derkevin pêşberî şanohezan.

Ji bilî van roja 12'yê mehê pêşangeha fotografan a Muşerref Gonulaçar, saet 14'an de vedibe. 23'yê mehê jî li Yenisahneyê çalakiya gotûbêj û îmzeyê heye. Meral Çiçeklidal dê beşdarî çalakiya ku saet 15'an de li dar bikeve bibe. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.