Hunerê wê û mêşên hingiv

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Kanûn 2022 - 06:30

  • Ava Roth ji bo karibe çarçoveyên xwe yên hunerî temam bike pêdivî bi hevkariya mêşên hingiv dibîne. Mêşên hingiv jî bi awayekî afirîner çorçoveyên ku wê sêwirindine, temam dikin û di dawiyê vê hevkariyê de ev çarçoveyên xweşik derdikevin holê.

Ji bo huner, hevkariya afirîner pewîst e. Heger di hunerekî de hevkariya afirîner hebe, ew huner bêhtir geş dibe û dikare xwe bigihîne ruhê xelkê. Ev hevkariya afirîner pirrî caran ji hêla du insanan ve pêk tê. Yan jî ji hêla gelek insanan ve pêk tê. Lê ev afirîneriya hevpar hin caran di nav insan û zindiyên din de jî pêk tê. Nexasim jî heywan, heywanên kedîkirî. Hunermenda ciwan, Ava Roth jî xwezayê tercih dike ji bo hunerê xwe û bi mêşên hingiv re li hev dike da ku bi hevpariyeke afirîner berhemên xwe çêke. Ew hunermendeke ji Kanadayê ye. Kewarên mêşên hingiv ji bo wê tuwal in, wê li ser van kewaran çi tişta dixwaze çêke, sêwirandiye. Ji bo karibe neqşên xwe bisêwirîne û temam  bike ji mêşan alîkariyê dixwaze. Mêşên hingiv jî ew tiştên ku wê di formên kewaran de sêwirandine, bi hevkariya xwe ya afirîner temam dikin û bi vî awayî hunerekî balkêş derdikeve holê.

Meşên hingiv çarçoveyan temam dikin

Ava Roth ji bo karibe van xetên xwe yên geometrîk çêke, li ser kaxizê birincî yê Japonî bi destan benan didirû. Dirûtina wê jî pirr bi rêk û pêk e. Piştî ku ew dirûtina xwe bi dawî dike, vêca pelên daran yên hilweşiyayî, hin kevirên li erdê dîtî û sîxên jûjiyan ku wê ew li xwezayê dîtine, dike malzemeyên hunerê xwe û wan bi kar tîne. Wê ev tişt hemû di nav çarçoveyeke darîn de bi cih kirine û ew çarçove jî wê bi xwe taybet çêkiriye. Piştî ku ew van haziriyên xwe temam dike, êdî ew çarçoveyên xwe teslîmî mêşên hingiv dike û mêşên hingiv çorçoveyên wê temam dikin.

Meriv dikare van karên Ava Roth di heman demê de weke kolajan jî binirxîne. Yanî çarçoveyên wê dişibin kolajan jî. Ew ji bo her çarçoveyê sêwirandinekê peyda dike û li gorî van sêwirandinên xwe malzemeyen bi hevdu ve didirû. 

Sînorên xwezayê û insanan

Ava Roth li Torontoyê dimîne û îlhama hunerê xwe wiha tîne ziman, “Şimaya Kanada, qaçilên daran, pelên daran û mûyên hespan ên li xwezayê, îlhamê didin min. Heta ji min tê, ez bi malzemeyên organîk û lokal dixebitim, ji ber ku ew rê nîşanî min didin.” Ava Roth ku vê dawiyê bi mêşên hingiv re hevkariyê dike û ji vî karî gelekî hez dike dibêje “Ez bi van xebatên xwe sînorên di navbera xweza û insanan de nîşan didim, dema em li sînor digihin hev, em çi hîs dikin û çi diqewime? Ev rasthatina me xeyaleke xweş e û encamên balkêş jê derdikevin.”

Ava Roth, esas şêwekar e, lê ew gelek hunerên têkel ango tevlihev jî diceribîne û dixwaze bi displînên cuda yên hunerê re mijûl bibe. Wê heta niha gelek koleksiyon hazir kirine û xebatên wê di pêşangehan de hatine nîşandan. Her wiha gelek karên wê jî di kovaran de hatine çapkirin. Berhemên wê bi rêya “Wallspace Gallery” ya Ottawayê tên nîşandan û belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.