• Cenazeyên 18 penaberan li goristina bêkesan hatin definkirin.

Li Gola Wanê 27’ê Hezîranê keştiya penaberan lê bû noqî avê bû. Piştî rojan keştî 106,5 metre di bin kurahiya avê de li nêzî Grava Çarpanakê hate dîtin. Heta niha 60 cenaze ji avê hatine derxistin. Dibe ku hê jî cenaze di bin avê de hebin loma hê li cenazeyan digerin. Cenazeyên hatin derxistin ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Wanê. Cenazeyên 18 penaberan piştî karê otopsiye li goristina bêkesan hatin definkirin.

WAN