Festîvala Kurd tecrîd û dagirkeriyê dişkîne

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 20 Îlon 2024 - 15:35

  • Mihrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya 32’yan ku her sal ji aliyê Kurdistaniyên li Ewrûpayê ve tê lidarxistin, wê îro bi dirûşmeya "Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin" bê lidarxistin. Di mîhrîcanê de ku wê li Frankfurtê Rebstockpark bê lidarxistin, îsal li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û zextê yên li ser gelê kurd peyamên berxwedan û hevgirtinê bên dayîn. 

Mihrîcana yekem di sala 1992'yan de li Stadyuma Bochum Ruhr a Almanyayê pêk hat. Ji wê gavê heya niha mihrîcan tenê di sala 2020'î de ji ber Covîd-19'ê pêk nehat. Wekî par îsal jî wê Federasyona Komeleyên Demokratîk a Kurdistanê (FCDK-KAWA) malovaniya mihrîcanê bike. Tê payin ku ji her deverên Ewrûpayê gelek kes beşdarî mihrîcanê bibe. 
Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Engîn Sever li ser girîngî û armanca mihrîcanê axivî.

Peyamên xurt hene
Sever diyar kir ku mihrîcan wê îsal bibe qada ku li dijî tecrîd û dagirkeriyê helwesteke xurt nîşan bidin û got: "Em nêzî salvegera pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk' ku me daye destpêkirin, dibin. Mihrîcan hem dê bibe fînala vê pêngavê û hem jî dê bibe qada ku pêngaveke nû bê destpêkirin. Di heman demê de em ê êrişên li Herêma Kurdistana Federe jî teşhîr bikin. Dê ji bo vê peyamên me yên xurt jî hebin."

Konser, şano û dengbêjî
Sever diyar kir ku hunermendên girîng ên ku nûnertiya çand û kesayetên siyasî yên kurd dikin wê beşdarî mihrîcanê bibin û got: “Hunermendên me yên gelê kurd ên wekî Koma Rastak, Hozan Canê, Hozan Gulistan wê derkevin ser dikê. Nûnerên YNK'ê dê beşdarî mihrîcanê bibin û peyamên yekîtiya neteweyî bidin, parêzerên birêz Abdullah Ocalan û Hatîp Dîcle jî dê li ser tecrîdê peyaman bidin. Em ê ji bo zarokan konê şano û dengbêjiyê jî vekin. Wê li ser platforma me cil û bergên gelêrî yên kurdî bên pêşandan."

Tecrîda giran a li ser Ocalan
Sever anî ziman ku Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve di bin tecrîdê de têdikoşe û got ku hemû cîhan bi bêhiqûqiya li Îmraliyê dizane. Sever got: “Konseya Ewrûpa û rêxistinên mafên mirovan li hemberî vê rewşê bêdeng in. Lê belê berdêla wê çi dibe bila bibe em ê li her qadê ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan têbikoşin. 68 xelatgirên Nobelê jî li dijî tecrîdê daxuyanî dan. Ji xeynî vê gelê kurd û dostên wan ên li çar aliyê cîhanê li dijî tecrîdê bi çalakiyan bertekên xwe tînin zimên.”
 
Beşdariyeke xurt divê
 
Sever da zanîn ku ew li bendê ne ku ji çar aliyê Ewrûpayê gelek kes beşdarî mihrîcanê bibin û got ku bi sedan otobus dê gel veguhêzîne qada mihrîcanê û xebatên wan ên di vê çarçoveyê de dewam dikin. Sever bi bîr xist ku dirûşmeya wan a îsal “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” e û got: “Gelê kurd her tim li dora birêz Abdullah Ocalan bûye yek. Di vê pêvajoya dîrokî de em li dijî tecrîdê bi fedakariyeke mezin têdikoşin. Bi beşdarbûneke xurt a mihrîcanê re, em ê bi hev re bersiva vê pêvajoyê bidin hemû cîhanê. Ez bang li gelê kurd û dostên wan dikim ku beşdarî vê mihrîcanê bibin.” FRANKFURT
 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.