• Serokkomarê berê yê Efrîkaya Başûr Jacop Zûma teslîmî polêsan bû.

Li Serokkomarê berê yê Efrîkaya Başûr Jacop Zûma 15 meh cezayê hepsê hatibû birrîn. Zûma piştî ku dît, ew ê nikaribe ji vî cezayî bireve, teslîmî polêsan bû.

Dadgeha Bilind xwestibû Jacob Zûma di navbera salên 2013-2018’an de di dema serokkomariya wî de derbarê tohmetên nelirêtiyê îfadeyê bide. Ji ber ku Zûma îfadedayîn red kiribû, bi hinceta ku heqaret li Dadgeha Bilind kiriye, cezayê girtîgehê yê 15 mehan lê hatibû birrîn.

Piştî vê biryarê 3 roj mohlet dabûn Zûma. Zûma teslîmbûn red kiribû û baweriya xwe bi ‘mertalên zindî’ anîbû yên ku wî li dora mala wî ya li eyaleta Kwazûlû Natalê tevî alîgirên xwe berhev kiribû. Di heman demê de ji bo betalkirina cezayê hepsê miracaetî Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn jî kiribû.
Tê payîn ku Dadgeha Bilind îro biryara xwe bide. Dadgeha Destûra Bililnd jî di heman rojê de biryara xwe ya ji bo miracaetê dide.

Herçiqas nehatibe zanîn ka çima Zûma fikra xwe guherand jî ji Zûma wekî piçûkxistin û ji bo demokrasiyê jî wekî serketin hate dîtin.

Derbarê Zûma de ji ber ku di salên 1990’î de çek firotine, li gelek dadgehan dozên nelirêtiyê hene.

CAPE TOWN