Zirganê wêran dikin 

Şemî 10 Kanûn 2022 - 00:59

HINAR ÎBRAHÎM/ANHA/HESEKÊ 

 

Dewleta Tirk bi armanca valakirina Bakur û Rojhilatê Sûrî, êrişan dike. Ji ber topbaranê sêyeka navçeya Zirganê û zêdetirî 400 xaniyên ku piraniya wan li taxa rojava ne, wêran bûne.

Navçeya Zirganê bê navber tê topbarankirin. Ji şeva 19`ê Mijdarê ve êriş dijwartir bûne û di encamê de Şaredariya Gel a navçeyê, firina gundê Rebîat a ku nan dida bêhtirî 20 gundan, dibistan, navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nexweşxaneyek, navendeke tenduristiyê û tora şebekeya telefonê, bûn hedef û rûxiyan.

Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê Salih Simo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di rojên dawîn de êrişên li dijî navçeyê dijwartir kirine û bi vê yekê hewl dide binesaziyê û navendên xizmetguzariyê yên mîna dibistan, şaredarî, avahiya meclisa navçeyê û navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn wêran bike.

 

Ji sisiyan yekê navçe wêran kirin

Simo got, “Dewleta Tirk bi armanca valakirina herêmê van êrişan dike. Firina nan dida 20 gundên navçeyê di encama topbaranê de ji xizmetê ketiye, her wiha dewleta Tirk Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku ewlehiya navçeyê diparêzin, kirin hedef. Ji ber topbaranê sêyeka navçeyê û zêdetirî 400 xaniyên ku pirraniya wan li taxa rojava ne, wêran bûne.”

Hevserokê Meclisa Zirganê diyar kir ku saziyên navçeyê hemû li gorî rewşa awarte tevdigerin da ku bi hatina zivistanê re xizmetê bidin xelkê navçeyê, xelkê navçeyê jî bi israreke mezin li ber xwe dide, di dema topbaranê de hinek ji malên xwe derdikevin lê dema topbaran radiweste dîsa vedigerin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.