DÎNDAR KARATAŞ
MA/AGIRÎ

Li gundê Qêranlî yê girêdayî navçeya Melazgirê ya Mûşê di 14’ê tîrmehê de Fatma Altinmakas a dayika 6 zarokan ji aliyê hevjînê xwe Kazim Altinmakas ve hat kuştin. Malbata Fatmayê cenaze wergirt û bir li gundê xwe Hozdemîrê yê girêdayî navçeya Panosa Agiriyê veşart. 
Birayê Fatmayê, Mîr Bedirxan Ayaz li ser bûyerê axivî û bi bîr xist ku kujer berê jî birayê xwe kuştiye û got; “Dibe ku kesekî wê kuştibe, lê belê di bin vê cînayetê de zextek civakî heye. Kuştina jinan ên li Tirkiyê bi polîtîkaya heyî ve girîdayî ne. Divê ev baş were zanîn. Li ser jinan zextek polîtîk û civakî heye. Heta ku feraseta li dijî jinan neyê guhertin, wê kuştina jinan bidome. Divê li dijî serdestiya zîhniyeta zilam wekheviya jin û zilaman pêk were.”