Serokê Giştî yê SOLDEP’ê Denîz Can Aydin diyar kir ku îfadeya “Misogerkirina mafên gelê Kurd” a di rêziknameya wan de ji alî dadgeha Tirk ve weke sûc hatiye dîtin. Aydinwiha dijî vê biryarê helwest nîşan da û têkilî armanca biryarê jî got,’’Dixwazin gelê Kurd bi tenê bihêlin. Ya din jî naxwazin sosyalîst li gel Kurdan têkildarî Tirkiyeyê gotinekê bikin. Zemîna sosyalîst û Kurd tên gel hev, krîmînalîze dikin.’’

Partiya Sosyalîstan (SOLDEP) damezirandina xwe ragihand û di 10’ê tîrmehê de ji bo rêziknameya fermî serî li Wezareta Karên Hundir da. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji ber hinek hevokên di rêziknameyê de, di 2’yê îlonê de hişyarname şand. Di hişyarnameyê de hate gotin ku hevoka “Di serî de gelê Kurd, mafên bingehîn ên destûra bingehîn û qanûnî yên gelên bindest bi awayekî eşkere divê bên misogerkirin” û “Mafê tayînkirina qedera xwe ya neteweyan” weke li dijî destûra bingehîn hatin diyarkirin û hat xwestin ku ji rêziknameyê bên derxistin.  

Serokê Giştî yê SOLDEP’ê Denîz Can Aydin têkildarî mijarê axivî û got ku meseleya behsa xeberê ne meseleyeke teknîkî ye û tişta tê xwestin were derxistin nêrîna wan e.  

Aydin, anî ziman madeyên behsa xeberê parastina maf û azadiyên gelê Kurd a di asta destûra bingehîn de ye û ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve jî ev maf hatine parastin. Aydin, wiha got: “Di hişyarnameyê de gotinên weke ‘Ji bilî Tirkan nabe ku qala tu neteweyên din were kirin’, ‘Dikare jê re welatiyên koka wan Kurd were gotin’, ‘nabe ku qala perwerdeya bi zimanê dayikê were kirin’ û ev jî ‘li dijî yakparetî û nedabeşbûna dewletê ye.’’

Refleksa dewletê ye

Bi domdarî Aydin anî ziman dijî hişyarnameyê helwest nîşan da û têkilî armanca wê got,’’Bi vê hişyarnameyê jî dixwazin têkoşîna hevpar a sosyalîstan û tevgera Kurd tune bikin û zemîna wê nehêlin. Refleksekî dewletê ye.”  

Têkiliya sosyalist û Kurdan qewîn e

Aydin anî zimên têkiliya sosyalîstên Tirkiyeyî û Kurdan qewîn e û got: “Ji bo avakirina xetên têkoşîna yekbûyî zemînên tifaqên nû tên avakirin û di rewşeke wiha de dewlet bi vê refleksa xwe nîşan dide bê ka ji vê çiqas ditirse û dixwaze tune bike. Weke partî banga me ya eşkere ev e; têkoşîneke piralî di serî de ya gelê Kurd, bi têkoşîneke yekbûyî ya gelan pêkan e. Xuyaye ku dewlet tehemûla vê têkoşîna yekbûyî nake û vê peyamê dide.”  

Zemîna sosyalîst û Kurdan krîmînalîze dikin

Aydin, diyar kir serdest naxwazin tevgera Kurd têkildarî Tirkiyeyê gotina xwe bike û got,’’Dixwazin gelê Kurd bi tenê bihêlin. Ya din jî naxwazin sosyalîst li gel Kurdan têkildarî Tirkiyeyê gotinekê bikin. Zemîna sosyalîst û Kurd tên gel hev, krîmînalîze dikin. Heke bêyî tirsê em bên gel hev wê demê dikarin vê rewşê ji holê rakin. Divê zemîna têkoşîna yekbûyî were nîqaşkirin.” 

Têkoşîna yekbûyî divê geş bibe

Aydin herî dawî banga geşkirina têkoşîna yekbûyî kir û got,’’Divê tevgera Kurd û sosyalîstên Tirkiyeyî bikarin xîtabî derveyî wê qadê bikin. Weke Partiya Sosyalîst, li gorî me niha pirsgirêka herî lezgîn nebûna têkoşîna yekbûyî ye. Lewma em banga avakirina zemîna têkoşîna yekbûyî li hemû sosyalîst û bindestan dikin. Ya din jî li dijî van polîtîkayên înkarger, yekperest û pişaftinê, divê hemû şoreşger, demokrat û raya giştî dengê xwe derxîne, piştgiriyê bide û helwesta xwe nîşan bide.” 

MA/ENQERE