Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku yekîneyên wan li Izmîr, Edîrne, Stenbol û li Êlihê gelek wesayit û kargeh şewitandine.
Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan li bajarên navborî 28 û 29'ê Îlonê gelek çalakî kirine. Li gorî daxuyaniyê 28'ê Îlonê li Aktepe û Bayrakli yên Izmîrê û Êlihê her bajarekî wesayitek şewitandine û li Edirneyê jî atolyeyeke mobîlyayê dane ber êgir.
Her wiha hate gotin 29'ê Îlonê li Izmîrê kafe û avahiyek, li Stenbolê jî atolyeyeke tekstîlê hatiye şewitandin.
NAVENDA NÛÇEYAN