Zarokên Agir

Çarşem 20 Gulan 2020 - 19:50

  • Însiyatîfa Zarokên Agir li Îzmîr, Antalya, Kocaelî û Eskîşehîrê hin dever şewitandin û li dijî faşîstên Tirk banga tolhildanê kir.

Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku wan di navbera 17-18’ê Gulanê de gelek çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de ya ku li ser navê Însiyatîfê hatî kirin, wiha hate gotin:

‘’17ʼê Gulanê li taxa Inkilabê ya Îzmîrê cihê gihandina giştî ya Îzbanê hatiye şewitandin. Çend saetan seferên trênê sekinîne.

18ʼê Gulanê li navçeya Serîk ya Antalyayê li ser rêya navendî ya turîzmê ya Belenê depoyeke atolyaya mobilyeyan hatiye şewitandin. Depo û kamyonên di depoyê de bûne xwelî.

Dîsa heman rojê li herêma organîze ya sinayî ya Kocaelî-Şekerpinarê restûranteke ku malbatên polîs û leşkeran çûnûhatina wan lê zêde ye, hatiye şewitandin. Bi agirê me yê tolhildanê restûrant bûye xwelî.

Li herêma sinayî ya EMKO’yê ya Eskîşehîrê fabrîka û depo bi temamî şewitîne, yên mayî jî tîma agirkuj dema xwestî şewatê bitefîne hatiye xwarê û bi temamî bûye xwelî. Li cihê fabrîkaya destekvana AKP’ê xwelî û tiraf mane.’’

Însiyatîfa Zarokên Agir bang kir ku ziyanê bidin alîgirên AKP-MHP’ê û tol ji faşîstên Tirk were hilanîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.