Artêşa Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî ya ku hatiye dagirkirin, perwerdehiya leşkerî dide zarokan û ji bo tevlêbûna nav komên çeteyan wan amade dike. 

Dewleta Tirk a ku li Sûrî gelek sûc kirine, vê carê jî li Serêkaniyê û Girê Spî ya ku dagir kiriye, li ser navê ‘îmhakirina mayînan’ perwerdehiya şer dide zarokên temenê wan di binya 18 salî re.

Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir ku dewleta Tirk sûcê şer dike. Cûma got, “Berê jî derketibû holê ku xebatên wisa yên dewleta Tirk hene. Li Efrînê dema ku di navbera çeteyan de şer çêbûbû, zarokekî kincên leşkeran lê miribû. Dewleta Tirk van zarokan di şer de bi kar tîne. Di nav çeteyên dewleta Tirk de zarok jî hene. Zarokên ji Sûriyeyê perwerde dikin û wan dişînin welatên wekî Lîbyayê.”

Cûma diyar kir ku wekî ku di wêne de jî tê dîtin leşkerên Tirk perwerdehiya mayîn û bombeyan dide zarokên 5-15 salî û got, “Dewleta Tirk li ser axa Sûriyeyê hêzeke dagirker. n

ANF/QAMIŞLO