• Alîgirê serxwebûnê yê Korsîkayî Yvan Colonna di hepsa Fransayê de rastî êrişê hatibû

Alîgirê serxwebûnê yê Korsîkayî Yvan Colonna di hepsa Fransayê de rastî êrişê hatibû. Colonna çalakgerekî serxwebûnxwaz ên Korsîkî bû û ji ber kuştina waliyê korsîkayê, ketibû hepsê û cezayê heta hetayê lê hatibû birrîn. Beriya bi sê hefteyan hatibû îdîakirin ku olperestekî tundraw ê Fransî di hepsê de êrişî wî kiriye. Piştî ku 3 hefteyan di komayê de ma, Yvan Colonna doh jiyana xwe ji dest da. 

Alîgirê serxwebûnê yê Korsîkayî Yvan Colonna 61 salî bû. Bi hinceta ku Sibata 1998'an waliyê Korsîkayê Claude Erignac li bajarê Ajaccio kuşt, li bajarê Arlesê girtî bû. Di 2'ê Adarê de hate ragihandin ku girtiyekî Misilman ên "oldar û tundraw" êrişî Yvan Colonna kiriye. Girtiyê siyasî piştî ku sê hefteyan li nexweşxaneyeke li Marsîlyayê di komayê de ma, 21'ê Adarê jiyana xwe ji dest da.

Serxwebûnparêzê Korsîkayî çar salan piştî kuştina waliyê Korsîkayê, di Tîrmeha 2003'an de hatibû girtin. Colonna îdîayên ku pê dihate sûcdarkirin qebûl nekirin. Sala 2007'an cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatibû birrîn. Salên 2009 û 2011'an jî di çarçoveya heman dozê de bi îtirazan re bi giştî sê caran bi cezayê girtîgehê yê heta hetayê hate mehkûmkirin. Yvan Colonna ku li girtîgeha Arlesê dihate girtin, gelek caran xwestibû ku wî veguhezînin Korsîkayê, lê belê daxwaza wî her carê hatibû redkirin.

Êrişa li girtîgehê bû sedema hêrsa mezin a Korsîkayiyan. Bi rojan li qadan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê çû Korsîkayê û xweseriya ku ji bo Fransayê weke mijareke tabû bû, ji neçarî kir mijara nîqaşê. Dema ku Colonna di komayê de bû hikûmetê biryar da ku cezayê wî bê taloqkirin. Her wiha ji bo veguhastina du kesên ji heman sûcî hatin mehkûmkirin, ji bo girtîgehên li Korsîkayê biryar dabû. Piştî Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin soz da ku bi hilbijartî û hêzên çalak ên civakî yên Korsîkayî re li ser otonomiyeke gengaz nîqaşê bike, çalakiyên protestoyî yên li giravê hefteya derbasbûyî bi dawî bûn.

PARÎS