Yusif: Em ê têkiliyên bi cîhana Erebî re geş bikin

Çarşem 25 Îlon 2024 - 16:19

  • Hevseroka Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif diyar kir ew ê têkiliyên xwe bi cihana Erebî re geş bikin, hewl bidin ku ji aloziya Sûriyê re bibin çareserî û Rêveberiya Xweser mayinde bikin. 

Yusif tecrîda li ser Rêber Ocalan jî destnîşan kir û got ji bo azadiya Rêber Ocalan çalakî ew ê çalakî û bernameyan deynin.
Perwîn Yûsif kongre li hemû gelan, malbatên şehîdan, Rêber Abdullah Ocalan û endamên PYD`ê pîroz kir û anî zimên erka li ser milê hevserokan erkeke mezin e û ew sond dixwin ku destkeftiyan biparêzin, mezin bikin.

Em ê têkiliyên xurt deynin
Perwîn Yûsif rewşa Rojhilata Navîn û cîhanê ya berdest bi bîr xist û diyar kir wan di kongreye de biryar li ser dane ku têkiliyên xwe yên bi Rojhilata Navîn û cîhanê re, xasma jî bi welatên Ereb re geş bikin û got, “Gelek tifaq û têkiliyên me bi partiyên Sûriyeyê, derveyî wê û yên sosyalîstên cîhanê re hene. Em dixwazin wan têkiliyan mayînde bikin. Ji bo avakirina tifaqên bi gelên li herêmê û cîhanê re, me gelek bername dane pêşiya xwe.”

Em ê Rêveberiya Xweser mayinde bikin
Perwîn Yûsif PYD ji bo çareseriya tevlîheviya Sûriyê, qedera pêkhateyên li Herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê û ji bo mayindekirina Rêveberiya Xweser di hemû waran de wê bi rola xwe rabe.

Em ê fikra Ocalan berbelav bikin
Yusif her wiha tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jî bi bîr xist û diyar kir ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan hewceyî bi geş û gurkirina têkoşînê heye û got, “Ji bo ku em bikarin raya giştî baldartir bikin bernameya me ya çalakî, serlêdan û komxebatan heye. Ji bo belavkirina fikra Rêber Apo di nava civakê de, di warê komînal, li xwezaya xwe xwedî derkeve, aboriya xwe komînal bike û xweparastina xwe xurt bike, xebatên me hene.”ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.