Tîma Tolhildanê ya Rozerîn Cûdî ya YPS-JIN’ê di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger, sîxur û nokeran de li dijî polîsên îstîxbaratê çalakî li dar xist.
Tîmên Tolhildanê 4’e Cotmehê li ser rêya Seyrantepe ya Amedê û Farqînê pênc bombe avêt wesayîteke polîsên îstîxbaratê. Derbarê aqûbeta polîsan de agahî bi dest neket. Bi saetan rê li trafîkê hate girtin.
Li ser rêya Hezro-Farqînê jî 28’e Îlonê li dijî kepçeyeke qeyyûm çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di encama çalakiyê de kepçe kete halekî ku êdî neyê bikaranîn.
YPS-JIN’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bang li jinan kir da ku tevlî nava wê bibin û got, "Dijmin li Kurdistanê berê êrîşî jinan dike. Li hemberî vê rêxistinbûna me xweparastina me ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN