YPS'ê li Amedê çalakî kir

Çarşem 23 Îlon 2020 - 15:51

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Çekdar Amed ên YPS'ê ragihandin ku li Amedê li dijî "dijmin" çalakiyeke bombeyî li dar xistine û di encamê de tîmekî taybet birîndar bûye. Her wiha hate ragihandin ku li bajêr firoşkarekî narkotîkê hatiye cezakirin.
YPS'ê diyar kir ku di çarçoveya "Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxuran" de li Amedê du çalakî kirine.
Li gorî daxuyaniyê, di 16'ê Îlonê de li ser rêya Amed-Farqînê li pêşiya xaçerêya Uçyolê li dijî "dijmin" ê ku berê li herêmê bi cih bûbû, "êrişa bombeyî" hate kirin. Di çalakiyê de tîmekî taybet birîndar bû, li ser hejmara kuştî û birîndarên din ên dijmin agahî bi dest neket.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 13'ê Îlonê jî şexsê bi navê M.E. ku berê hate tespîtkirin firoşkarê eroînê ye li taxa Seyrantepe ya Amedê hate cezakirin. Madeyên narkotîkê yên pê re jî hatin îmhakirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê hêz û kapasîteya me heye ku li Kurdistanê li dijminê ku di nava lîstikên qirêj de bixin. Yekane rêya têkbirina vî dijminî ew e ku bi zimanê jê fêhm dikin lê bixin. Tolhildan wê sonda me be, serketin wê gotina me be. Di her kêliyê de li her cihî em ê li dijmin bixin û bibin bersiv ji şehîdan û gelê xwe re."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.