YPJ: Serhildana jin,jiyan, azadî wê bidome

Duşem 16 Îlon 2024 - 16:23

  • YPJ’ê bi bîr xist ku Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ku li Seqizê dest pê kir û li Rojhilat û Îranê berbelav bûye, di şexsê Jîna Emînî şehîdên Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi bîr anî, diyar kir jinên Kurd di 50 salê bihurî de bi berxwedan û helwesta xwe ya dijî pergala baviksalar destkeftiyên mezin bi dest ve anîne.

YPJ’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir yek ji qada têkoşînê ya Rêber Apo li dijî pergala zilamsalar e û li ser vê bingehê têkoşîna rizgariya jinê kiriye xwedî îdeolojî, rêxistin û hêza parastinê, her wiha bingehê pergala hevseroktiyê û zanistan jineolojiyê daniye.

Jin dijî rejîma Îranê bênavber têdikoşin
YPJ’ê têkoşîna jinên Kurd û Îranî yên li dijî rejîma Îranê ya netewperest, hegemon û zilamî bi bîr xist û got,’’ Li dijî vê yekê jinên Kurd û Îranî bi dehan sale ku bênavber têkoşîn dikin. Ji girtîgehan, kolanan, zanîngeh û dibistanan, heya kargehan di qada siyaset, çand, spor, aborî, perwerde û tendirûstiyê de jin di nav têkoşîneke xurt de ne. Rejîma zilamsalar ya Îranê li beramberî sekna jinan a têkoşer bê tehemûl û bi tundî bersivê dide.’’

Serhildan heta azadiyê wê bidome
Di daxuyaniyê de YPJ’ê bi domdarî wiha got:
‘’Jîna Emînî ji hêla rejîmeke bi vî rengî bi awayeke hovene rastê îşkenceyê hat. Qetilkirina vê jina ciwan a Kurd rê li ber nerazîbûnên mezin vekir. Termê Jîna Emînî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” spartin axê û wiha jî ji Seqizê heya seranserê Rojhilat û Îranê pêvajoyeke girîng ya serhildanan dest pê kir. Ev serhildan bi tundiyeke mezin ya rejîmê re rûbirû bû. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi dehan kes hatin darvekirin. Beşek zêde jî jin birîndar bûn. Niha jî li girtîgehên Îranê bi hezaran kes têne darizandin. Lê ev nayê wateya ku nerazîbûna gel li beramberî vê rejîma antî-demokratîk bi dawî bûye. Ev nayê wateya ku ruhê serhildana jinan tefiyaye. Berovajoyê wê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê heya bigihîje daxwazên wekheviya civakî bi pêşengtiya jinan ber bi şoreşa jinê ve berdewam bike. Ji ber ku ev serhildan çavkaniya xwe ji felsefeya têkoşînê digire.

Şoreşa azadiyê berfireh bikin
Em jî wek Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li dijî pergal, zihniyet û êrîşên desthilatdariya zilamsalar bi îrade û vîna jinê ya cewherî têkoşîna parastinê dikin. Em didin diyarkirin ku têkoşîna jinan ya li her derê cîhanê çawa ku çavkaniya xwe yek e, encamên wê jî ji bo azadiya jinan dibe yek. Bi vê feraset û berpirsyariyê em piştgiriya xwe bi taybet ji bo têkoşîna jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û bi giştî ji bo têkoşîna jinan li her derê cîhanê dubare dikin û bang li jinên Kurd û herêmê dikin ku li dor felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xeleka ber bi şoreşa azadiyê ve diçe, xurttir û berfirehtir bikin." NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.