YJA Starê li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke bi bandor kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û got, "Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 5'ê Tebaxê saet di 17:00´an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên li qada Tepê Hakan çalakî kir. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehan hate xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin cezakirin û birîndar bûn, nehate tespîtkirin.
Roja 2'ê Tîrmehê li navçeya Pulurê ya Dêrsimê, li herêma 'Yasak Mintika'yê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Sefkan û Alîşer ên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin, şehîd bûn. Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wê piştre li raya giştî bên eşkerekirin." BEHDÎNAN