YJA Starê lê da 

În 7 Gulan 2021 - 03:59

YJA Starê lê da 

Hêzên YJA Satarê 5’ê Gulanê li dijî leşkerên Tirk ên li devera Zendûra ya Herêma Metînayê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de 7 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn. 


Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ de agahî dan.

HPG’ê ev agahî da: “Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 4 û 5’ê Gulanê li dijî dagirkerên li Girê Zendûra ya Herêma Metîna 3 çalakî kirin. Di van çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin bi serketî pêk hatin.


Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê

4’ê Gulanê, artêşa Tirk piştî çeperên şer ên li Girê Zendûra yên Herêma Metîna bi dijwarî bombe kir û şûnde xwestin bi pêş ve bên. Di encama mudaxeleya hêzên me de şerê li derdora çeperên şer dijwar bû. Di encama berxwedana gerîlayên me de dagirkerên derbên giran xwarin, neçar man vekişin.

5’ê Gulanê, 9 dagirkerên li Girê Şehîd Çiya ya devera Zendûra ya Herêma Metînayê di nava tevgerê de bûn, hêzên me yên YJA Starê ew kirin kontrola xwe û bi xurtî li wan da. Di vê çalakiya serketî de 7 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn.
Di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de’

6’ê Gulanê, hêzên me bi çekên giran li qereqola Girê ya Çelêya Colemêrgê dane. Hêzên me bi xurtî li hedefên li qereqolê dane lê hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Hêzên me êrişî pêşmergeyan nekiriye

Der barê tevgera hêzên Iraqê û PDK’ê yên li qadên gerîlayan, di 4’ê Gulanê de pêşmergeyên hêzên sînor û hêzên li ser navê Iraqê tevdigerin hatine ser girekî qada li Binavya û Bêdehê ya herêma Metînayê, li girekî di navbera Teşîşa û Qumriye û li cihekî din bi cih bûne. Me hewl daye em rewşa van hêzan fêm bikin û li pêşiya wan tu astengî nehatiye çêkirin. Lê em bi fikar armanca van hêzan dişopînin.

Li gorî hin medyayan hêzên me li Sîdekana Xinêrê êrişî hêzên pêşmergeyan kiriye lê wekî ku em jî diyar dikin hêzên me tu êriş nekirine.

Em gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker a ku dixwaze Kurdistanê dagir bike, em berxwedaneke dîrokî dikin. Ev berxwedaneke neteweyî û pîroz e. Em li bendê ne ku hêzên pêşmergeyan jî tevlî vê berxwedana dîrokî û neteweyî bibin û piştgiriyê bikin. Heke piştgiriyê nekin jî divê nekevin nav rewşa ku qada hêzên me teng bikin. Di vî warî de em dixwazin hemû kes helwesteke neteweyî nîşan bidin.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.