• HPG'ê ragihand ku li Heftanîn û Çelê di çalakiyên gerîla de herî kêm 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Heftanînê û Çelê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzên me yên YJA Starê di 17'ê Tebaxê de li dijî artêşa TC a dagirker a li qada Navsera Xantûrê çalakî kirin. Di çalakiyê de 7 leşkerên dijmin hatin cezakirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şikêrê çalakî kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate cezakirin."

ANF/BEHDÎNAN