Bi sernavê “Xwendevanek ji welatê min”, Komîteya Çand û Huner a Minbicê xwendevanên herî zêde di sala 2020’an de çûne kitêbxaneya Mihemed Menla Xezîl, xelat kirin.
Bi dehan rewşenbîr û endamên ji saziyên sivîl ên demokratîk ên Minbicê beşdarî merasîma xelatkirinê bûn.
Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Komîteya Çand û Huner a Minbicê, Mihemed Qurbetay got: “Ev xelatkirin li Minbicê ya yekemîn e, lê ne ya dawiyê ye. Ev diyarde tiştekî şaristanî, çandî û pêngaveke nû ya ji bo teşwîqkirina xwendevan û rewşebîran ji bo xwendiniyê ye, da ku bibin pêşengên civakê.
Em bi hêvî ne, kitêbxane ne tenê bibe cihê parastina pirtûkan, lê belê bibe çavkaniya çand û zanînê. Ji ber derfeta xweperwerdekirinê dide û dihêle mirov dîrok û çandên dîtir bizane û bi wê re jî her ferdek ji tevahiya aliyan ve zana dibe, bi taybet di vê qonaxa êrişên çandî yên dewletên kapîtalîst de.”
Paşê, 7 xwendevanên ku sala 2020´an herî zêde çûne kitêbxanya Mihemed Menla Xezîl, hatin xelatkirin.
ANHA/MINBIC