Yek rê heye: Yekbûna Kurdan
Duşem 3 Nîsan 2023 - 00:53
- Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewrûpayê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiya li Stockholmê de salvegera damezradnina PJAK´ê jî hat pîrozkirin. KNK´ê li vir got, yek rê tenê li ber Kurdan heye da ku bi ser bikevin û ew jî yekîtiya Kurdan e.
Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji niha ve bi çalakiyên cuda li welat û derveyî welat tê pîroz kirin. Doh û pêr li gelek bajarên Ewrûpayê bi heman mebestê çalakî hebûn. Li Zurîch, Torîno û Stockholmê çalakiyê cihêreng hatin lidarxistin. Li Stockholê salvegera damezrandina PJAK´ê jî ku weke rojbûna Ocalan 4´ê Nîsanê ye, hat pîrozkirin.
Li bajarê Swîsreyê Zurîchê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger TCŞ û Tevgera Jinên Ciwan ên Tekoşer TêkoJINê, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meş hat kirin.
Li ser navê Kurdên li qada Helvetiaplatzê hatin ba hev, Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîorz kir û got: "Di serî de ciwan û jinên Kurd, em Kurd îro ji bo azadiya Rêbertiya xwe li vir in.
Berdevkê TCŞ´ya Ewrûpayê, Yûsuf Tayfûr jî bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got, "Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) rapora xwe ya têkildarê serdana Îmraliyê eşkere nekir û hevdîtin bi Rêbertiya me re nekir, ji ber vê tirsa me yekcar zêde bû. Tevgera me, Newroza sala 2023’yan weke Newroza Rêber Apo ragihand; careke din diyar bû ku divê Rêber Apo tavilê fizîkî azad bibe. Di vê pêvajoyê de divê her ciwanekî/e Kurd bibe peyrewê/a Kawayê Hesinkar. Serketina Kurdan ji her demê bêhtir nêzîk e. Heta pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe, em ê çalakiyên xwe geş bikin."
Em ê Rêber APO azad bikin
Li bajarê Îtalyayê Torînoyê jî li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, meşek hat lidarxistin. Defend Kurdistanê meş organîze. Meşê ji meydana Piazza Castello dest pê kir. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Rai TV, meşê heta meydana Porta Palazo dewam kir. Li vir polêsan êrişî xwepêşanderan kir. Xelk tevî astengiyên polêsan dîsa vegeriya meydana Piazza Castelloyê. Li vir hate gotin, “Ev gel wê li hemberî tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo bêdeng nemîne û em ê Rêber Apo azad bikin.”
Em bi felsefeya Rêber APO têdikoşin
Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera 19'an a damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li paytexta Swêdê Stockholmê bi merasîmekê hate pîrozkirin.
Merasîm bi pêşengiya Komîteya PJAK'ê ya li Stockholmê û saziya rêxistina jinan a Amara ya li Stockholmê li taxa Husby hate lidarxistin.
Li ser navê Meclîsa PJAK'ê ya li Ewrûpayê Emîr Baekrî axivî û got;"Em di serdemeke welê de rojbûna Rêber Apo û damezrandina PJAK´ê pîroz dikin ku tevayiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê di serdema pêla şoreşa 'Jin jiyan azadî' de ne. Kesê ku ev dirûşme vejand û ji civakê re kire rê, Rêber Apo ye. Em îro weke KODAR-KJAR, PJAK´ê, bi her awayî ji bo vê dirûşmeyê û vê felsefeyê têdikoşin û heta bi serketinê em ê bidomînin."
Divê aliyên siyasî bibin yek
Di merasîmê de înfografîka li ser PJAK'ê, her wiha sînevîzyona derbarê jiyana Rêber Abdullah Ocalan de hatin nîşandan û piştre peyam û nameyên kesayet û partiyên Kurdistanî hatin pêşkêşkirin.
Li ser navê komîteya Jinan a KNK'ê Emîne Rad rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina PJAK'ê pîroz kir û piştre got, "Em weke KNK'ê bang li tevayiya sazî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê dikin da ku di bin yek sîwanê de hewl bidin têbikoşin, ji ber ku gel yek e. Yekane rêya serketinê ya li dijî desthilatdariya Îranê, yekbûna me ye."
Rewşenbîr û nivîskarê azerî Behram Rehmanî jî derbarê jiyana Rêber Abdullah Ocalan de axivî û qala hizir û ramanên Rêberê Gelê Kurd, bandora felsefeya wî li ser gelên herêmê kir: "Lazim e tevahiya mirovahiya azadîxwaz ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşe."
Di pîrozbahiyê de hunermendê Kurd Kalê Ateşî sirûdên xwe xwendin û Dilşad Hewlêrî û Sîdar jî stranên xwe yên li ser wateya rojê pêşkêş kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN