Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê yên Şehîd Mazlûm Jiyanda eşkere kir ku otobusa leşkeran a ku li Mutê ya Mêrsînê qulibî bi encama çalakiya wan qulibiye û got, AKP-MHP derewan dike navê qezayê lê dike û vedişêre.
Di daxuyaniya niviskî ya li ser çalakiyê de wiha tê gotin:
''27'ê Tîrmeha 2020'an tîmên me yên bersivdanê li navçeya Mutê ya Mêrsînê li dehma Sertavûlê ya rêya Karamanê li dijî otobûseke sivîl a fîrmaya Alaşehîr Sarikiz Turîzmê ku leşker tê de bûn, çalakî kirine.
Tîmên me yên bersivdanê piştî ku demeke dirêj dijmin şopandin, destê sibê 'Bi Teknîkeke Taybet' çalakî kirin. Di encama çalakiyê de li gel ku tam tespît nebûye jî 6 leşkerên dijmin hatin kuştin û 30 birîndar bûn û 15 jê giran in.''
Her wiha hate gotin wan ev çalakî ji bo bîranîna Mazlûm Jiyanda kirine, ku 1'ê Îlona 2019'an li Qadên Parastinê yên Medyayê bi êrîşa hewayî ya Tirk şehîd bûbû.

NAVENDA NÛÇEYAN