- Konê Reş: Gelek ji helbestvanên me yên nûjen, nizanin helbestên klasîk binîvisînin, dibêjin: em helbestên nûjen datînin, ma nûjenî ne bipêşketina klasîkê ye? Nûjeniya ku ne ji klasîkê hatibe derê, ew nûjenî bîjî ye!
ARDÎN DÎREN
Konê Reş ji qelemên hilberîner ên Rojavayê Kurdistanê ye. Ew niha li Qamişlo dimîne û hazir bû bersiva çend pirsên me bide. Wî bi qasî lomeyan hîviyên xwe jî îfade kirin. Reşbîniya wî ya li ser hebûna rewşenbîriya Kurdî li aliyekî, li aliyê din jî lomeya wî ya ji helbestkarên nûrabûyî xwe derxin pêş jî, ew bi gotinên xwe her hewl xwe bigihîne nifşên nû.
Em ji “Konê Reş” dest pê bikin. Te bi vî navê di wêjeya Kurdî û nivîsa Kurmancî de konê xwe veda. Çima?
Di wan salan de ku zimanê Kurdî qedexe bû û tirsa ji emniyeta dewletê mezin bû, ji neçarî min navê ‘Konê Reş’ ji xwe re bijart. Ev navê ku kalikê min li cîranê xwe Ehmedê Pitê kiribû, tê maneya sexîbûn, mêranî û dilfirehbûnê. Ehmedê Pitê, mirovekî feqîr, comerd û sexî bû, deriyê wî her dem vekirî bû. Hem jî, ji zimanê Kurdî pê ve bi ti zimanan nizanîbû. Mirovekî bi cil û bergên Kurdî yên orjînal bû; kum û kolozekî reş li serê wî bû. Bi gelek çîrokên Kurdî yên folklorî zanîbû. Bijartina min ya vî navî gelek bi mane ye, ji rexekî din ve jî reşahiya ku wê demê konê xwe di ser welatê me re vegirtibû. Wekî din ‘Kon’ her dem vegirtiye. Mirovan ji sermê û germê diparêze. Rêwî, birçî û hejar xwe lê digirin.
Vî konê te heta niha çi dît û çi nedît? Eşqa xwendin û nivîsandina Kurdî çawa li te peyda bû?
Min gelek tişt û mişt di bin siya konê xwe de dîtine. Tevî ku min siyaset nekiriye, lê ji mêj ve min hez ji zimanê dayika xwe kiriye. Di destpêka xortaniya xwe de, min hin caran bi Erebî hîs û hestên xwe davêtin ser kaxizan. Lê piştî ku min dengê şoreşa Barzanî bihîst û çav bi nivîskarên Kurd wek: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hişyar û Rewşen Bedirxan ketim û ji nêzîk ve ew nas kirin, eşqa zimanê Kurdî bi min re gurtir bû. Nexasim piştî ku min kovara Hawarê, Ronahî, Roja Nû û Stêr xwendin û min jiyana xwediyên wan Mîr Celadet Bedirxan û Dr. Kamîran Bedirxan ji nêzîk ve nas kir. Di encamê de, bê plan, ketim meydana ziman û nivîsandina bi zimanê Kurdî de. Di sala 1982’yan de, bi hatina Prof. Celîlê Celîl û yên di pey re ji Ermenistanê, ez ji wan fêrî danheva zargotina Kurdî bûm. Bi guhdariya stranên Şivan Perwer re û qurnefîla guhestina termê Seydayê Cegerxwîn sala 1984’an, bêtir asoyê hezkirina ziman û rewşenbîriya Kurdî bi min mezin bû. Di encam de min û hevalekî xwe kovara ‘Gurzek Gul’, di serê sala 1989’an de weşand. Ev çalakiyên min li hawayê emniyetên rêjîmê nedihatin. Gelek caran ez bi vexwendinên xwe, birin û anînan ditirsandim. Ji min re digotin; Çima te navê xwe bi navê Konê Reş guhertiye. Ji bo ku em te nas nekin ne?! Çima tu bi zimanê Erebî nanivîsî û tu bi Kurdî dinivîsî? An tu ji zimanê Erebî ne razî yî?!
Di demên dawiyê de rojên te çawa derbas dibin tu çi dixwînî? Rewşa niha ya wêjeya Kurdî çawa dibînî?
Bawer bike rojên min li parka xwendinê ya li Qamişloyê derbas dibin. Her sibe ji saet 7’an heta 11’an li wir im, her wiha danê êvarê jî di navbera 5 û 7’an de ez demên xwe lê derbas dikim. Li wir dixwînim, dostan dibînim û hin caran dinivîsînim. Ez fêrî xwendinê bûme. Wek ku çawa hin fêrî nêçîrê, gerê, qumarê û derewan dibin, ez jî fêrî xwendinê bûme. Ji mêj ve, rojane dora 4 saetan dixwînim. Bêguman wêjeya Kurdî li Cizîrê derbasî qonaxeke nû û awarte bûye. Qonaxeke ji hemû qonaxên berê bi akamtir, hêztir û navtêdantir e û rê li ber nivîskarên cidî û jêhatî hatiye vekirin. Di vî warî de, ez dibînin ku çapkirina dîwanên helbestan zora cureyên torevanî yên mayî biriye, wek: çîrok, şano û romanê. Eger em stastîkekê di vî warî de çêkin, em ê bibînin ku pileya weşandina dîwanên helbestan bilindtir e ji cureyên torevanî yên din. Gelo sedem çi ne? Mixabin gelek ji helbestvanên me yên nûjen, nizanin helbestên klasîk binîvisînin, dibêjin: em helbestên nûjen datînin, ma nûjenî ne bipêşketina klasîkê ye? Nûjeniya ku ne ji klasîkê hatibe derê, ew nûjenî bîjî ye!
Gava cara ewilî ez çav bi te ketim, her tim defter û qelem di destê de bû û te tim nîşe digirtin. Bala min lê ye cenabê te malperên civakî jî bi kar tîne. Ev hêz, enerjî û çalakbûna te ji ku tê?
Ev westandin û çalakiyên min hêza xwe ji perîşaniya me distîne! Ji keleha ziman û kultura me distîne. Ev keleha ku ji sedê salan ve kavil û wêran e. Dijminên mirovahiyê du kevirên wê saxlem li ser hev nehiştine. Belê her bingeh û lengerên wê di cihê xwe de ne. Kevir û berên wê, yên herfî tev li dorê û di hundirê beden û sûra wê de belawela ne. Kavilê vê kelehê li ser xaka Kurdistanê xweş belû û diyar e. Li hêviya welatiyên xwe ye ku di hawara wê de bên û careke din vê keleha dêrîn vejînin û nû bikin. Nû, hin welatiyên wê lê bixwedî derdikevin, her yek ji rex xwe ve hewl dide ku beşdariyê di nûjeniya wê de bike. Bêguman ez jî yek ji wan welatiyan im. Ez çav bi kelehê ketime û derbasî nav kavilên wê bûme. Ez jî wek hevalên xwe hewl didim ku ji berê ve, hîm û latên vê keleha hilweşyayî li cihê wan vegerînim û tiştekî kavil bi dûv xwe de nehêlim. Ev e rewşa kultura me. Bi nivîsînên xwe yên dîrokî hewl didim ku hîm û latên kelehê li cihê wan vegerînim. Bi hunandina helbestan re dixwazim qûç û berên derî û pencereyan li cihê wan deynim û bi danîna gotarên têvel re nîgar û neqşên kelehê şayîk û hilû dikim.
Tu ji bo kê û çi xwe ewqasî diwestînî?
Ez ji bo wan kesên ku bi zimanê Cizîrî, Xanî û mîr Bedirxanê Botî diaxifin, dinivîsînim. Ji bo xelkên Qamişlo, Efrînê, Amedê, Sêrtê, Zaxo, Duhokê, Urmiya û Mehabadê dinivîsînim. Ji bo wan lehengên ku xwîna xwe di ber azadiya welat de rijandine û dirijînin, da ku careke din berfa li ser çiyayê Agirî, Cûdî, Barzan û Pîremegrûn, bi xwînê sor nebe, dinivîsînim. Da ku keç û xortên vî welatê birîndar bi aştî û aramî bijîn û her yek ji wan li ser Memê xwe, Siyabendê xwe, Zîna xwe, Xeca xwe stranan bibêje û Edûla Temir Paşayê Millî, bê tirs li ser Derwêşê Evdî binihirîne. Erê, ji bo gul, kulîlk û nêrgizên Kurdistanê, rastiya hilma xwe bidin, min zimanê Kurdî ji xwe re neqandiye. Ji bo wan kesên ku ji zimanê dayika min fam dikin, ewên ku ez û wan bi yek şûrî radibin û bi yek şûrî dikevin. Ewên ku ne ji wan be, ez tine me û hebûna xwe di hebûna wan de dibînim, bi zimanê wan dinivîsînim.
Di pirtûka xwe ya “Beriya Mêrdînê” de tu dibêjî “Ev ne serboriya min tenê ye, lê belê serboriya pirraniya nifşê min e.”
Ez û nifşê xwe, di nav civakeke destpêkê, nezan û nexwenda de mezin bûne. Bav û kalên me bi Erebî nizanîbûn. Em di warekî Kurdî orjînal de mezin dibûn û pê re me di dibistanên Erebî de dixwend. Êvaran me li çîrok û çîvanokan guhdarî dikir. Û wiha ta ku ez û yên wek min em gîhan vê pileya niha. Mebesta min ji naveroka Beriya Mêrdînê ku nifşên nûhatî serwextî rojên bav û kalên xwe yên derbasbûyî bibin.
Rewşenbîrên Kurd çiqas serdestên xwe nas kirine û li hember dagirkeriya Kurdistanê çiqasî li ziman û çanda xwe xwedî derketine? Gelo mirov dikare li Kurdistanê behsa helwêsteke rewşenbîriyê bike?
Mixabin ez di vî warî de reşbîn im! Ji ber ku hêj me serdestên xwe baş nas nekirine. A din, rast e şêwezarên me pirr in û ew pirrbûn nîşana dewlemendiya zimanê me ye, lê sed mixabin ku ta roja îro zimanê me bi du alfabeyan tê nivîsandin! Yên ku bi alfabeya Latînî dinivîsin, nivîsên ku bi alfabeya Erebî têne nivîsandin naxwînin û vajî vê yekê. Anku zor e em karibin behsa helwêsteke rewşenbîrî Kurdistanî bikin. Bi hêviya ku alfabeya me bibe yek û ew yek jî alfabeya Latînî be.
Herî dawî te pirtûka “Ez û Cegerxwîn” nivîsand û te gotiye “Ev pirtûk ji keç û xortan re ye”.
Belê, da ku li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Mebesta min ji ew kesên sere û bi temenê xwe mezin bûne, xêr di wan de nema ye. Xêr di keç û xortan de ye. Da ku ew keç û xort li ser şopa Cegerxwîn bilivin pêş. Bi zimanê Kurdî bixwînin û binivîsînin. Cegerxwînê ku di zimanê Erebî de pehlewan bû, lê wî qet bi zimanê Erebî nenivîsand, wî hemû berhemên xwe bi zimanê Kurdî nivîsandin.
Te gelek pêşengên zimanê Kurdî nas kirin. Weke Osman Sebrî û Cegerxwîn. Li gorî te Kurd ji nivîskarên xwe çiqasî haydar in û wan nas dikin?
Mixabin…Em miletekî zindîkuj û mirîhez in! Ta ku zindiyên me li jiyanê bin, em guh li wan nakin. Piştî ku dimirin, em li ser wan digirîn. Yekî wek Cegerxwîn di rewşeke aborî ya xerab re derbas dibû, rojekê kesî alîkariya hewce nekir, ta ku di sala 1979’an de, ji neçarî, berê xwe da Swêdê. Osman Sebrî yê ku sala 1993’an li Şamê mir, bi tenê 8 lîreyên Sûrî di bêrîka wî de hebûn. Hesen Hişyar ê ku cenazê wî bi belengazî hat guheztin, li gorana gundê Dugirê. Çi bêjim sed mixabin…
Konê Reş ji hewşa mala xwe ya li Qamişlo dikare derbarê rewşa Rojava ya çand û hunerî de çi bibêje ji me re?
Rewşa çand û hunerê jî li Rojava wek rewşa siyasî ye. Her komeke rewşenbîran bi partiyeke siyasî ve girêdayî ye. Hefsarê wan di destê siyasiya de ye. Mixabin.
Konê Reş: Kevir û berên wê, yên herfî tev li dorê û di hundirê beden û sûra wê de belawela ne. Kavilê vê kelehê li ser xaka Kurdistanê xweş belû û diyar e. Li hêviya welatiyên xwe ye ku di hawara wê de bên û careke din vê keleha dêrîn vejînin û nû bikin.