HPG'ê 5 gerîlayên şehîd birêzdarî bibîranî û got;"Di meşa me ya pîroz a azadiyê de, heta nefesa xwe ya dawî di milîtaniya Apoyî de israr kirin û wan xwest hêviyên gelê me pêk bînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê şehîdan de ev agahî da;“Di 2018’an de dema ku dijmin tasfiyeya mutleq dixwest, milîtaniya Apoyî ji bo ji êrîşên dijmin re bibe bersiv û hêviya azadiyê zindî bihêle, hevalên me bi vîneke mezin li ber xwe dan û şehîd bûn. Hevrêyên me Cîgerxwîn, Çarçel, Dilgeş, Şervan û Brûsk jî di meşa me ya pîroz a azadiyê de heta nefesa xwe ya dawî, di milîtaniya Apoyî de israr kirin û wan xwest hêviyên gelê me pêk bînin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ye; Hevrêyê me Cîgerxwîn li bajarê Serhildana Rojhilatê Kurdistanê Merîvan di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Cîgerxwîn ji ber ku malbata wî malbateke dilsozê nirx û çanda Kurdî bû, ew jî bi van nirxên bingehîn mezin bûye. Di sala 2011'an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayeta xwe ya gihîştî, nefsbiçûk, jidil û durust şopa xwe li ser her hevrêyê xwe yê têkoşînê hişt. 

Hevrêyê me Çarçel li Şemzînan di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Dema ku Qetlîama Parîsê hate kirin, ji bo stendina tola şehîdan di sala 2013’an de li Amedê tevlî nav refên gerîlayan bû. Hevrêyê me Çarçel ku xwediyê meşeke serketî bû, di tevahiya têkoşîna xwe de tiyê azadiyê bû. Şehadeta hevrêyê me Çarçel ku xwedî helwest û pratîka xweparastinê ye, ji bo me bûye sedema têkoşîneke zêdetir. 

Hevrêyê me Dilgeş di malbateke welatparêz de li Qersê ji dayik bû û mezin bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayeta xwe ya kedkar û îradeya xwe ya bênavber mîrateyeke mezin a berxwedanê ji me re hiştiye. Em soz didin ku em ê mîrateya berxwedanê ya hemû şehîdên xwe bi taybet ya hevrê Dilgeş hiştiye mezin bikin û xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin.

Hevrêyê me Şervan di malbateke welatparêz a ji eşîra Dîdêrî ya qedîm Şaxê Şemsikî de li Êlihê ji dayik bû. Weke ciwanekî Kurd ji bo erkên xwe yên dîrokî bi cih bîne tevlî nava refên PKK'ê bû. Ji roja ewil tevlî bû ji têkiliyên hevrêtiyê gelekî bi bandor bû. Bi tevlêbûna têkoşîna me ya azadiyê ya ji bo wê jî bi hemû şaneyên jiyana xwe re bi xetereyê bawer dikir, bersiv da serdemê. Şehadeta hevrêyê me Şervan ne tenê bandor li me rêhevalên me kir, kîn û hêrsa me ya li hemberî dagirkeran jî tûj kir. 

Hevrêyê me Brûsk di malbateke welatparêz de li Êlihê ji dayik bû. Di sala 2014’an de berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrêyê me Brûsk ku bi hezkirineke mezin diçe ser her karekî, bûye xwedî pratîkeke serkeftî. Hevrêyê me Brûsk da xuyakirin ku yekane şertê serketina mutleq şikandina tecrîda li Îmraliyê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bi tevlêbûna xwe ya bi lez û bez heta kêliya şehadeta xwe mîraseke mezin a berxwedanê ji me hevrêyên xwe re hişt.”

Cîgerxwîn Şaho (Kerîm Kerîmpûr), li Merîwan jidayîk bûye, sala 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Çarçel Şemzînan (Zîkrî Çelîk),li Colemêrgê jidayîk bûye, sala 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Dilgeş Serhed (Ozal Aymaz), li Qersê jidayîk bûye, sala 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Şervan Koçer (Erkan Ak), li Êlihê jidayîk bûye, sala 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Brûsk Andok (Veysî Aslan), li Êlihê jidayîk bûye, sala 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

BEHDÎNAN