Li Zanîngeha Perm a Rûsyayê di êrişeke çekdarî de herî kêm 5 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn. 

Li gorî daxuyaniya Komîteya Lêpirsînê, li zanîngeha li herêma Ûralê, êrişeke çekdarî hate kirin.

Komîteya Lêpirsînê pêşî got, ”20’ê Îlonê li yekê ji avahiyên zanîngehê, xwendekarekî gule li derdorê reşandin. Di encamê de 5 kes hatin kuştin, 6 kes jî birîndar bûn.” Lê paşê hejmara kuştiyan weke 8 sererast kir. Hejmara 6 birîndaran jî gelek çavkaniyên din weke 24 ta 26 birîndar didin.

Zanîngehê beriya niha daxuyaniyek dabû û gotibû, ”Saet 11:00 de kesekî nasnameya wî nediyar ketiye kampusa zanîngeha Permê û gule reşandine.”

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê diyar kir ku êrişkar hatiye girtin. Polês da zanîn ku wan êrişkarê 18 salî birîndar kiriye û girtiye.

Êrişkar bi tena serê xwe bûye û li gorî îfadeya wî ya destpêkê ti sedemên dînî û siyasî yên êrişa wî nînin.

Êrişkarê ku ji xwendekarên zanîngehê ye di ser hesabê xwe yê mediya dîjîtal de berê gotibû, ji mêj e ew xeyal dike vê êrişê bike û êdî wext hatiye û ew vê êrişê dike.

MOSKOV