Di rojnameya Inigilîz The Guardianê de di beşa ‘Ceribandina wêne ya Guardian’ de qehremanekî dide nasîn: Hoşyar Elî. Sernivîsa vê ceribandina Daniel Carede ‘Ez li her kesê jiyana wî rizgar dikim difikirim: Qehremanê rakirina mayînan ê Kurdistanê’ ye. 

Hoşyar Elî heta îro 750 hezar mayîn ji 104 gundan rakirine. Gav wî ev kiriye jî di teqîneke sala 1994’an de lingekî wî jêbûye. Welatê wî Kurdistan, nexasim jî Başûrê Kurdistanê, yek ji welatên herî zêde lê mayîn raxistî ye. 

Hoşyar Elî bi maşîna xwe diçe cihên mayîn lê raxistî. Di maşînê de gelek techîzat hene ji bo rakirin û bêtesîrkirina mayînan, ji bo hişyarkirina xelkê û wekî din. Carinan cotyarekî van deverên nêzî Pênciwênê wî dibînin, wî radiwestînin û jê re dibêje, li filan deverê, li nav erdê min mayînek heye. 

Navê vê deverê berê Kurî Geple bû, piştî ku Hoşyar Elî 750 hezar mayîn lê rakirin, navê wî li vî bajarokî hat kirin: Hoşyarî.

Ji bilî gund, navê wî li mizgeftekê, nexweşxaneyekê, dibistanekê, geliyekî û heta navendeke polês jî hat kirin. Li vê deverê 1994’an gava mayîn radikirin, mayînek pê de teqiya.

Xelkê deverê bi pirranî pereyan jê nas tîne. Pirr kêm caran ji bo tiştan bikire pere dide.

540 kîlometroyên bi çarçik

Hoşyar Elî dibêje wî 182 kes ji zeviyên mayînan xilas kirine, 104 gund û bi temamî 540 kîlometroyên bi çarçik. Li 700 dibistanan ders dane zarokan da ku ji mayînan haydar bin. Ew hîna jî kar dike, tevî ku sala 1989’an lingê wî yê rastê ji ber mayîneke Îtalî Çileyê 1989’an jêbûbû û lingê wî yê çepê jî 1994’an. Gelek kesên ew nas dike û gelek kesên ji malbata wî ji ber mayînan yan mirine yan jî seqet bûn. 

Hê jî Hoşyar Elî diçe gundan û mayînan paqij dike ji bo Kurdistan hem ji bo xelkê wê û hem jî sewalên xelkê wê ewletir be.

Ev meqale bi gotinên Hoşyar Elî bi dawî dibe, “Ez tenê ji bo xwedê dikim. Heta ku ez ji ber kaliyê ji taqet bikevim, ez ê erdan ji mayînan paqij bikim, lê xwedê bike ez heta dawiyê vî karî bikim.”

LONDON