Xizmên girtiyan li Stenbolê deng dan

Duşem 16 Îlon 2024 - 16:13

  • Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê hatin cem hev û çalakiya ‘’Deng bidde aadiyê’’ kirin. Di axaftinan de hate gotin heta dawî li bêhiqûqiya li zindanan were ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk, çalakiya “Deng bide azadiyê” dabûn destpêkirin. Bi vê çarçoveyê  li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê çalakî hat lidarxistin. Gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakî û rakirina tecrîdê deng bide azadiyê” hatibû hilgirtin û çalakvanan pêşmalk û şewqeyên bi nivîsa “Deng bide azadiyê” li xwe kiribûn.  

Çalakî wê bidomin 
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr di çalakiyê de axivî û wiha got: "Heta ku neheqî û bêhiqûqiyên li girtîgehan bi dawî dibin em ê çalakiya xwe ya ‘Deng bide azadiyê’ bidomînin.”

Çalakiya rûniştinê
Piştî axaftina Demîr, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di dema rûniştinê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” hatin berzkirin.  MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.