- Rêberê ruhanî yê civaka Êzidî Bavê Şêx (Şêx Xirto Hecî İsmaîl) 1’ê Cotmeha 2020’î li nexweşxaneya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê kiras guhert û çû ber dilovaniya Xwedê.
Rêberê ruhanî yê civaka Êzidî Bavê Şêx (Şêx Xirto Hecî İsmaîl) 1’ê Cotmeha 2020’î li nexweşxaneya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê kiras guhert û çû ber dilovaniya Xwedê. Bavê Şêx bi koça xwe ya dawî civaka Êzidî û dostan wan hemû gelekî xemgîn kir. Li Goristana Mehdera Boza ya gundê Boza yê girêdayî Şêxanê piştî rêûresmên olî, Bavê Şêx spartin axê. Bavê şêx ku di 87 saliya xwe de kiras guhert temenekî dagirtî ji bo xizmeta civaka xwe û ola Êzidayetiyê li pey xwe hişt. Bava Şêx ê bi kesayetiya xwe ya aştîxwaz, dilnizm û hemêzker ji bo tevahiya Êzidiyan hem rêberê ruhanî-olî bû, hem jî Bavê civakê bû. Lewma wefata wî hemû Êzidî xemgîn kirin.
Rojnamevan Luqman Silêman ku demeke dirêj e rojnamevaniya taybet a Lalişa Nûranî dike der barê kesayetî û jiyana Bavê Şêx, dîsa merasîm û rêzikên olî de axivî. Silêman diyar kir ku di nav ewqas alozî û karesatên bi serê civaka Êzidî de hatî qedemguhestina Bavê Şêx, xisareke mezin bû ji bo civaka Êzidiyan û diyar kir ku ji bo tifaq, yekrêzî û gihaştina mafê xwe, vegera ser erd û axa xwe ya Êzidiyan pêwîstiya civaka Êzidî bi Babê Şêx gelek bû û got: “Cihê Bavê Şêx yê ji bo Êzidiyan cuda bû. Bavê Şêx xwedî pileya herî bilind a ruhanî ya ol û baweriya me, civaka me bû.
ROJNEWS/ŞENGAL