Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 zarok û 5 jinên DAIŞ‘î radestî hikumeta Arnawidê (Albanyayê) kir.
Radestkirin pêr êvarê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişloyê pêk hat.
Ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer û ji aliyê hikumeta Arnawidê ve Konsulê giştî yê Arnawidê yê li Sûriyê, Lubnan û Urdunê Mark Gharib û şandeyeke ewlehiyê ya pê re ku ji mîralayî Glides Nano, rêvebirê Nivîsgeha Têkoşîna li Dijî Terorîzm û Tundrawiyê di Dezgeha Ewlekariya Navxweyî ya Arnawidê de û alîkarê mîralayî Gildis Nano ji bo operasyonan Andret Dude pêk dihat, beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
Her du aliyan civîneke ji ragihandinê re girtî li dar xist. Piştre protokola radestkirina jin û zarokên malbatên çeteyên DAIŞ’ê îmze kirin.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer diyar kir ku ev serdana duyemîn a şandeya Arnawidê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, beriya jinek û 4 zarok radestî wê hatin kirin û îro (pêr) jî 5 jin û 14 zarok hatin radestkirin.
Her wiha Omer spasiya hikumeta Arnawida kir û got, mixabin hîna gelek dewlet hene berpirsyariyên xwe yên li hemberî welatiyên xwe ranakin.
Konsulê giştî yê Arnawidê yê li Sûriyê, Lubnan û Urdunê Mark Gharib spasiya Daîreya Têkiliyên Derve kir û got: “Hikumeta Arnawidê hewl dide ku zarokên xwe derveyî welat nehêle, em ê kar bikin heta ku hemû zarokan vegerînin welat û wan perwerde bikin da ku bi rûmet bijîn, ji ber ku gunehê wan tunene û nizanin wê bi ku derve ve biçin.”
Gharib xîtabî Rêveberiya Xweser kir “We barekî giran rakiriye, ne tenê barê zarokên Arnawidî, di heman demê barê welatiyên ji hemû welatan ên ku bavên wan beşdarî şerê terorî li vê herêmê bûn, hilgirtiye, tu kes û civaka navneteweyî vê qebul nake.” ANHA/QAMIŞLO