- Li Ewrûpayê vekirina buroyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk dewam dikin. Li Berlînê buroya duyem a hilbirtinê hat vekirin. Li bajarê Elmanyayê Hannoverê û li paytexta Awusturyayê Viyanayê jî buroyên hilbijartinê hatin vekirin.
HAKAN TURKMEN / BERLÎN
Li derveyî Tirkiyeyê, vekirina buroyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk dewam dikin. Mîtîng, civînên gel û şahiyên piştgiriyê jî îro û sibe dest pê dikin.
Hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê û ya parlamenê 14´ê Gulanê wê li dar kevin. Li derveyî Tirkiyeyê hilbijêr ji 27´ê Nîsanê heta 9´ê Gulanê wê karibin dengê xwe bidin. Hejmara hilbijêrên li derveyê Tirkiyeyê 3 milyon û 416 hezar e. Bi vî rengî kela canê xelkê rabûye. Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê nexasim jî li Ewrûpayê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê zêdetir kirin.
Li Berlînê buroya duyem
Li Elmanyayê milyonek û nîv hilbijêr hene. Ji ber wê xebatên Partiya Çep a Kesk herî zêde li Elmanyayê xwe didin hîs kirin. Wê di vê çarçoveyê de piştî semta Neukolnê, niha jî li semta Kreuzbergê buroya xwe ya hilbijartinê ya duyem vekir. Merasîma vekirinê weke yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi coş çêbû. Buro li navnîşana ‘Zeughofstr. 22, 10997 Berlin’ bi lêdana dehol û zirnê hat vekirin. Buro wê heta bidawîbûna hilbijartinê her roj vekirî be.
Dengên li derveyî Tirkiyeyê muhim in
Di merasîma vekirinê de parlamentera berê ya Amedê ya HDP´yî Sîbel Yîgîtalp, “Em buroya xwe ya duyem li Berlînê vedikin, vê kela canê me rakiriye. Em li derveyî Tirkiyeyê, sirgûn in, bila desthilatdarî vê ji bîr neke, sirgûnbûna me ne asteng e ku em bera dîktatoran bidin. Em ê bi dengên xwe yên li derveyê Tirkiyeyê dawiyê li rejîma yek zilamî bînin.”
Em xelkê qaneh bikin
Siyasetvanê Kurd Kemal Aktaş jî got, “Em ê siyasetên tinekirin, înkar û asîmîlasyonê ji holê rakin. Kurd û her kesê ku li Tirkiyeyê doza jiyaneke demokratîk dike, bila biçe, dengê xwe bide. Lê ne tenê biçin ser sindoqan, xelkê jî bibin ser sindoqan. Dengên li derveyî Tirkiyeyê pirr girîng in. Me ev yek di hilbijartinên 2018´an de dît. Di vê hilbijartinê de divê em dîsa ji bo jiyaneke demokratîk û azad biçin ser sindoqan û xelkê jî qaneh bikin ku ew jî biçin dengê xwe bidin.”
Li Hannoverê jî buro hat vekirin
Li bajarê Elmanyayê Hannoverê, li meydana Aegidientorplatzê buroya hilbijartinê hat vekirin. Di merasîma vekirinê de hevserokê KCDK-E´ê Yuksel Koç, şaredarê ku qeyûm meqamê wî dagir kir ê Sûrê Abdullah Demirbaş, hevserokê şaredariya Wêranşarê yê qeyûm şûna wî dagir kir, Emrullah Cîn jî amade bûn. Li meydanê di konteynireke kirêkirî de buroya hilbijartinê wê bixebite. Buro heta 27´ê Nîsanê wê vekirî be.
Li Viyanayê buroya pêşî
Yek ji welatên hilbijêr lê gelek ê Ewrûpayê jî Awusturya ye. Partiya Çep a Kesk li paytext Viyanayê buroya xwe ya hilbijartinê ya yekem vekir. Jinan buro li xizmetê vekir. Serokê rûmetê yê Federasyona Elewî ya Awusturyayê Mehmet Ali Çankaya, di merasîmê de got, divê her kes ji bo dawî li desthilata yek zilamî were, biçe ser sindoqan. Ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a Awusturyayê Zulkuf Karatekin jî got, wan berê ji sedî 48´ê hilbijêran biribû ser sindoqan, û niha ew dixebitin da ku vê rêjeyê zêdetir bikin. Wî got, ew ê di heman demê de xizm û nasên xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê jî seferber bikin da ku dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.