Di nava 32 şaredarên li seranserê dinyayê îsal ji nava hezaran şaredarî de serketî de Hevşaredara Reqayê Leyla Mistefa jî heye.
Xelata Şaredariya Cîhanê li gorî parzemînan û şaredarên serketî tê diyarkirin. Li parzemîna herî mezin û nifûsa wê herî zêde Asyayê tenê 4 şaredar hêjayî xelatê hatin dîtin û Leyla Mistefa yek ji wan e.
Xelata Şaredara/ê Cîhanê (World Mayor Award) her sal li gorî karên şaredaran tê dayin.
Bi taybetî kalîteya xizmetê ya şaredaran, hevkariya wan li bajaran di asta neteweyî û navneteweyî de tê nirxandin.
Amadekar dibêjin, Xelata Şaredara/ê Cîhanê bêpere ye û ev hilbijartin ne ji bo reklamekê ne jî ji bo meyleke bazirganî tê kirin.
Ji ber krîza avhewayê û şewba Covid-19, di projeya Şaredara/ê Cîhanê ya 2021'ê de bajarên hîn xurt, hîn wekhev û hîn şênkahî esas hatin girtin.
Ji bo xelata îsal ji deverên cuda yên cîhanê 32 şaredar hatin hilbijartin.
3 şaredarên din ên ji Asyayê hêjayî xelatê hatin dîtin, şaredarê Pasig City yê Filîpînan, Vico Sotto; şaredarê Delhiyê, Arvînd Kejrîwal, û şaredarê Enqerê Mansûr Yavaş in.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Xelata Jûrî ya Şaredara Cîhanê ji Şaredara Reqayê ya Sûriyeyê Leila Mustapha re hate dayin, ji ber hewldanên wê yên jinûve avakirina Reqayê piştî dagirkeriya DAIŞ'ê."
REQA